YPS-JIN: Ji Kela Dimdimê jin bi tilîliyan li ber xwe da û niha jî em li ber xwe didin
10:59
JINHA
ŞIRNEX - Endama YPS-JIN Nuda Botan got, "Salên borî li Kela Dimdim û Dêrsimê jin bi tilîliyên xwe li ber xwe dan" û wiha bang li jinên Kurd kir, "Werin em bi tilîlî û çekên xwe li ber xwe bidin û xwedî li axên xwe derên. Li taxên berxwedanê bi bilindkirina têkoşînê em serbikevin." Nuda ji qadên berxwedana xwerêveberinê ji bo têkoşînvanan strana 'Newala Qesaban' got û berxwedana xwerêveberinê silav kir.
Ji qadên xwerêvebirinê gel yekîneyên xwe yê parastinê ligel YPS'ê, parastina cewherî yê jinan bi navê YPS-JIN avadike. Endama YPS-JIN yê Şirnexê Nuda Botan destnîşan kir ku li qadên xwerêvebirinê parastina cewherî bi berxwedana jin pêş dikeve û derbarê armanca avakirina YPS-JIN de jî wiha got, "Gel bi avakirina parastina xwe yê cewherî, taxên xwe diparêzin. Ji bo ev berxwedan hîn zêdetir bi pêşengiya jin xwe bi rêxistin bike, YPS-JIN hat avakirin."
'Jin li qadê berxwedanê pêşenge'
Nuda da zanîn ku êrîş û şerê ku li Kurdistanê hember jinê tê pêk anîn û wiha domkir, "Ji ber ku jin li qadê berxwedanê pêşenge. Ev yek nîşaneya, jin li her qadê bi berxwedana xwe li pêşe. Tevahî jinên berxwedêr li dora YPS-JIN komdibin û mekanîzmayên xwe parastinê nîşan dikin. Tax bi berxwedana jin tên parastin, ji ber vê dijmin jin û zarokan hedef digre." Nuda bilêvikir ku tevahî îsyanên dîrokî de têkoşîna jin derketiye pêş û wiha berdewam kir, "Mînak wek Besê, Binevş û Leyla Qasiman. Em berxwedana jina Kurd li her qadê jiyanê dibînin. Di roja îro de jî em berxwedana jinan bi parastina taxan dibînin."
'Hovîtî di şexsê DAIŞ û AKP'ê de şênber dibe'
Nuda anî ziman ku berxwedana Kobanê bi pêşengiya jinan rizgarbûye û wiha pêde çû, "Dayîk û jin bêy ku bitirsin di çeperande şer kirin. Ez berxwedana jin cardin li vir silav dikim. Dijminê ku hember me şer dike, li ti qadê ji hev ne cûdaye. Îro li vir şûna DAIŞ'ê AKP'ê cih girtiye." Nuda bi bîrxist ku di êrîşên DAIŞ'ê yê li hember Kobanê jin û zarok hatine hedef girtin û wiha berdewam kir, "Heman zîhniyet li vir jî hebûna xwe didomîne. Em DAIŞ û AKP'ê nagrin kefên cûda, herdu jî xwedî heman polîtîkayên qirêjin. Li vir hember cenazeyên hevalên me kiryarên dijmirovahî pêk tînin. Hovîtî di şexsê DAIŞ û AKP'ê de şînber dibe. Ferqa herdu dijminan ji hev nîne. Li bakûr û Rojava em hember dijminê xwe rûbirû mane, bersiva me wê bi berxwedana me be."
'Parvekirin bi jinan re şênber dibe'
Nuda wiha qala rojek yê berxwedanê kir, "Parvekirin bi jinan re li vir şênber dibe. Em her tiştê xwe bi hevre parvedikin. Em berxwedan, dil û jiyana xwe parvedikin. Roja me bi perwerde û nobetê ve derbas dibe. Em bi parastina taxê re destûr nadin dijmin bikeve taxên me. Piştvaniyek mezin di navbera me de heye. Jin bêy ku şert û mercên sermê bidin berçavan nobeta xwe digrin." Nuda diyar kir ku bi heman çekên giran ên ku êrîşê Rojava kirin êrîşê Bakûrê Kurdistanê jî dikin û wiha got, "Ligel tevahî êrîşên bi çekên giran dê berxwedana me heya dawî berdewam bike. Gel û jin li ber xwe dide. Em li vir bang li tevahî gel dikin ku tevlî berxwedanê bibin. Li Kobanê me ev yek bi serxist, li vir jî bi bilindkirina têkoşînê û rihê Kobanê em ê serkevin."
'Hember êrîşan bi tilîliyan em bersiv didin'
Nuda destnîşan kir ku hember êrîşê dewletê jin bi tilîliyên xwe bersiv didin û van hevokan li gotina xwe zêde kir, "Salên borî li Kela Dimdim û Dêrsimê jin bi tilîliyên xwe li ber xwe dan. Em jî li hember êrîşan bi tilîliyan bersiv didin." Nuda bang li jinên Kurd kir û wiha got, "Ligel tundî û êrîşên giran yê li hember jinan tevlîbûnek zêde heye, banga min ji tevahî jinan re ew e ku bên û em bi hevre taxên xwe biparêzin. Em pêşerojek azad ji bo zarokan avabikin."
Nuda piştî gotina xwe ji qadên berxwedana xwerêveberinê ji bo têkoşînvanan strana 'Newala Qesaban' got û berxwedana xwerêveberinê silav kir.
(rc)