Hacer Erden 14 salan tekoşîna azadiya jinê da

11:24

JINHA

DÎLOK- Berî 22 salan bi gotina "Ez diçim reşoşê" Hacer Erden (Xezal Sozdar) li hember hişmendiya desthilata mêr berê xwe da çiyayên azad. Hacer 14 salan tekoşîna azadiya jinê da.

Hacer Erden (Xezal Sozdar) di sala 90'an de dîsan li ser Kurdistanê êrîş û qatlîamên giran di hatin kirin. Di wan deman de gundê Hacer jî hat şewitandin. Hacer berî 22 salan ev neheqî qabul nekir û ji Diloke têvlî nava refên PKK'ê bû û berê xwe da çiyayên azad. Hacer hîn di temenek biçuk de niheqî qabûl nedikir û ew bi temenê xwe yê ciwanê 18 salî tevlî tevgera azadiyê bû. Hacer Erdem 14 salan tekoşîna azadiya jinê da meşandin û berî 8 salan tevlî karwanê bêdawiyê bû û jiyana xwe jidest da. Fermandar Hacer li xeta Îranê jiyana xwe jidest da û dem dirêj malbatê pênedizanî. Dayika Hacer Erden Gulê Erden diyar kri ku wê berî 3 salan agahiya keça wê jiyanaxwe jidest daye bihistiye û got: "Keça min bi gotina; 'Ez diçim şoreşê' ji malê derket û berê xwe da rêya çiyayan."

'Ez diçim şoreşê'

Malbata Hacer di xwes ku wê bi zewice nin lê wê ew hişmendiya desthilat qabûl nekir û ew tevlî tekoşîna jinê azad bû. Gulê destnîşan kir ku her dem keça wê Hacer hertim jê re di got; "Ji min re mekap û ristikên keskî sor û zer bistîne." Gulê bilêv kir ku Hacer hertim bi hişmendiya mêr a histhilat re dinava tekoşînê de bû û wiha doman: "Rojek min di xewna xwe de çend qutuyên hînguv dît, lê yek je wan winda bû. Gava sibihê min jî Hacer xewna xwe got, Hacer ji bo min got; 'Dayê qutiya hunguv ezim tê dê min wunda bikê.' Êvarî Hacer çû mitfaxê ku xwarin çêbike. Lê ew di serbên de xwe avêtiye û berê xwe daye çiyayê azad."

'Min dixwest wêneyek wê bibînim'

Gulê anî ziman ku gava Hacer diçe di rê de xizmek me dibîne, ew xizmê me dema dibirse "Tu dê kude biçê Hacer?" Hacer jî bersiva; "Ez diçim şoerşê" dide. Gulê wiha berdewam kir: "Ez hatim min li xenî ew nedît, min mêzekir ku nameyek li ser sindoqa mine. Wê demê niqutî dilê min di nava nameyê de pênûsek kesk, sor û zer rupelek tijî nivîsandiye. Hacer di nameya xwe de sedema çûna xwe wi ha goti bû; 'Sedema ku ez çuna şoreşê hildibijêrim ji nû ve qazanckirina tiştên malbata min windakiriye. Ji ber wê jî rêya min ne şaşe, ez diçim şoreşê.' Li gorî min bihîstî Hacer di nava tekoşîna jinên de fermandarbûye. Paşê jî ew tevlî karwanê nemiran bûye. Tenê xwezî min wêneyek keça xwe dîtibana."

(dt/zt)