2. Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê destpê kir

11:25

JINHA

DIRBESIYÊ - Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê bi dirûşmeya 'Bi jina azad ber bi Suriyeya Demokratîk ve' li bajarê Dirbesiyê Salona Çand û Hunerê destpêkir.

2. Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê bi tevlîbûna 200 delegeyan ku 101 ji wan delege ne li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbesiyê destpêkir. Salon bi wêneyên pakrevanên azadiyê bi taybet 3 jinên siyasetmedar ên li Parîsê sala 2013 hatibûn qetilkirin û 3'ê jinên îsal li Bakurê Kurdistanê hatin qetilkirin, pankart û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye xemilandin. Di konferansê de cilên jinan ên gelêrî rengeke cuda dide salonê.

Konferans bi coş destpêkir

Ji beşdarên Konferansê endamên Komîn, meclîsên Kantonê her wiha pir kes ji rêxistin û saziyan jî hene. Di nav vexwendiyên konferansê de jinên Ereb, Suryan, Filistînî jî cih digrin. Konferans bi deqîqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdan destpêkir. Axaftina vekirinê ji hêla Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî ve hate kirin. Di konferansê de dê peyamên rêxistinan werin xwendin û paşê derbasî rojeva konferansê bibe.

Konferans bi hemû coşa xwe didome.

(gb-rs/rc)