'Dixwazin li hember komkujiyên li Kurdistanê Tirkiyê bêdeng bikin'

11:38

JINHA

STENBOL- Nûnera Wexfa Mafê Mirovan Umit Efe di derbarê rewşa Kurdistanê ya demdirêje dibin dorpêçê dene de wiha got: "Bedenên sivîlên hatine qetilkirin li kolanan dihêlin. Bi rojane malbat nikarin cenazeyên xwe defin bikin. Mafê mirovan ê defin kirin û jiyanê bûye mijara nîqaşan. Her kesên li hember vê rewşê derdikevin dikin şeyîtan û cadi. Dixwazin dengê aliyê Tirkiyê vemirînin."

Li hember rêveberiyên cewherî êrîşên qirkirina topyekun dane despêkirin. Di raporên rêxstinên mafê mirovan amadekirîn û çavdêriyên hatin girtin de hovîtiya ser Kurdistanê tê meşandin radixe berçavan. Nûnera Wexfa Mafê Mirovan Umit Efe da zanîn ku êdî li Kurdistanê ne binpêkirinên mafan, li hember mirovahiyê sucê şer tê kirin. Umit destnîşan kir ku niha nêzî milyonek û 377 hezar mirov ji mafên xwe yên bingehîn û azadiyê bê par mane û wiha domand: "Bedenên sivîlên hatine qetilkirin li kolanan dihêlin. Bi rojane malbat nikarin cenazeyên xwe defin bikin. Mafê mirovan ê defin kirin û jiyanê bûye mijara nîqaşan. Her kesên li hember vê rewşê derdikevin dikin şeyîtan û cadi. Dixwazin dengê aliyê Tirkiyê vemirînin."

'Dixwazin dengê li aliyê Tirkiyê bilind dibe vemirînin'

Umit bilêv kir ku mirov di qatên bodroman û bin pêplîngan de tên topbaran kirin û wiha berdewam kir: "Li gorî jimarên dewletê yên fermî bi deh hezaran leşker, ji bo wan zexîre û cepane çuye herêmê. Her kesên li hemberî vê helwesta wan derdikevin weke cadî û şeyîtan binav dikin. Di derbarê akademisyenan de lêpirsîn vekirin. Dixwazin dengê ji aliyê Tirkiyê bilind dibe vemirînin."

(zt)