Li 5 taxên din ên Sûrê jî 'qedexe' hate îlankirin

11:47

JINHA

AMED - Li navçeya Sûrê qedexe û dorpêça li 6 taxan berdewam dikir bi daxuyaniya qaymeqamiyê ve 5 taxên din jî hatin îlankirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ev 57 roj in li 6 taxan qedexe, êrîş û dorpêç berdewam dike. Qaymeqamiya Sûrê bi daxuyaniyekî ragihand ku qedexe li taxên din jî hatiye belavkirin. Li taxên Abduldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf û Ziya Gokalp û cadeya Melîkahmetê jî qedexeya derketina derve hate îlankirin. Di daxuyaniya qaymeqamiyê de hate gotin ku di 27'ê çileyê saet di 11.30'an de qedexe dest pê dike.

(rc)