Li Cizîrê hêdî hêdî mirovahî dimire: birîndarekî din jî jiyana xwe ji dest da
11:56
JINHA
ŞIRNEX- Li navçeya Cizîrê ji 24 kesên birîndar ên di bodruma avahiyekî de ne Nusret Bayar jî jiyana xwe ji dest da. Ji birîndarên ku ev 5 roj in di bin topebaranê de ne heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku êrîşên hêzên dewletê ev 45 roj in berdewam dike ji 24 birîndarên ku di bodruma avahiyekî de di bin topebaranê de ne Nusret Bayar jî jiyana xwe ji dest da. Bi Nusret re 5 kesan ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Li dijî avahiya ku birîndar li wir in topebarana bi tank û hewanan bi dijwarî berdewam dike. Li avahiyê di nav de zarok jî hene 23 birîndar hene. Di saetên sibê de di encama topek ku li malek dikeve du zarok birîndar dibin. Hevserokê Meclîsa Gel yê Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku kesên birîndar bûne du zarokin Sultan Irmak (15) û Velî Çîçek (13) saliye ku rewşa wan yê tenduristiyê jî girane.
(rc)