Şîrîn Altay a li Silopî hat qatilkirin hat defin kirin

12:49

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopî Şîrîn Altay a ku bi parçeyên topê birîndar bûyî li Nexweşxaneya Dewletê a Êlihê dihat derman kirin jiyana xwa ji dest da. Cenazeyê Şîrîn li Sîlopî hat defin kirin.

Li navçeya Silopî a şirnex di 24'ê kanunê de Şîrîn a ku di êrîşên hêzên dewletê de bîrîndar bû li Nexweşxana Dewletê ya Êlihê di hat derman kirin. Di roj 32'an a tekoşîna jiyanê de Şîrîn jiyana xwe ji dest da. Piştî karê otopsiyê li Nexweşxana Amedê ber bi Silopî ve hat oxir kirin. Duh cenazeyê Şîrîn Altay li Goristana Yenîşehîrê hat defikirin.

Cenazeyê Şîrîn bi tevlî bûna malbatê, Parlementêra HDP'ê ya Şirnexe Aycan Îrmez, Rêveberen navçeyên HDP û DBP jî di navê de welatiyên navçeyê jî tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîma defin kirinê de wesayîtên zirxî derdora goristanê dorpêçkiribûn.

Piştî karên definkirinê bi diruşmên "Şehîd namirin " Şirîn Altay hat defin kirin.

(dt/zt)