Li Surê polîsan êrîşî meşê kirin
13:24
JINHA
AMED - Li Amedê îro ji bo Surê jiyan hat rawestandin, dema ku welatiyan xwestin ber bi Surê ve bimeşin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşê şer despêkir.
Li ser Surê 57 rojin dorpêç û êrîş berdewam dike. Li Amedê ji bo Surê îro jiyan hat rawestandin. Bi pêşengiya DBP, KCD, HDP, KJA û DEM-GENÇ'ê di saet 13.00'an de welatiyên Amedê ber bi Surê ve meşiyan. Li ber Du Deriyan welatî kombûn. Bi diruşmên "Bijî berxwedana Surê" û "Qatîl AKP" dest bi meşê kirin. Dema welatiyan dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Bi gaza îsotê û ava şid polîsan êrîşî girseyê kir. Piştî êrîşê şer despêkir.
(be-mc/zt)