Jinên HPC'ê ji Miştenûr bang kirin: Em ê şopdarê Arînan bin

14:04

JINHA

KOBANÊ - 1. Salvegera azadiya Kobanê bi meşek meşaleyî li Girê Miştenûr hat pîroz kirin. Jinên HPC'ê ên ku tevlî meşê bûn wiha gotin, "Em ê şopdarê Arîn Mîrxan, Sara, Viyan, Zehra, Kader û Hebûnan bin" û berxwedana Bakûrê Kurdistanê silav kirin.

Li hember êrîş û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê berxwedana dîrokî yê Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de azad bû. Gel jî bi armanca salvegera rizgarkirina Kobanê her derî pîrozbahî tê kirin. Şevê din di çerçoveya pîrozbahiyê de Tevgera Jinên Ciwan li Girê Miştenûr meşek yê meşaleyî li dar xistin. Meşa ku bi pêşengiya jinên ciwan hatî li dar xistin de bi hezaran welatiyên Kobanê li Qada Azadiyê hatin ba hev û heya Miştenûr meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê û Yekîtiya Star hatin hildan, her wiha wêneyê şervanên ku jiyanên xwe di berxwedanê de ji dest dane hatin hildin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bijî Berxwedana Bakûr" hat berzkirin.

Jinên HPC'ê jî tevlî meşê bûn

Meşa ku bi meşalê yê bi pêşengiya Tevgerên Jinên Ciwan hatî organîze kirin gelek jin beşdarbûn. Meşa azadiyê yê bi meşalê pêk hatî Hêzên Parastina Civakê (HPC) jî tevlîbûn. Jinên HPC'ê derbarê azadiya Kobanê û berxwedana xwerêvebirina bakûrê Kurdistanê nirxandin. Jinên HPC'ê di serî de 1. salvegera azadiya Kobanê pîrozkirin û wiha gotin, "Ev yek ji bo me bi wate û girînge. Ji ber em li virin em kêfxweşin. Ligel hewayê sar germahiya dilê gelê Kobanê azadkirina bajêr tê pîroz kirin. Azadiya Kobanê di serî de li her 4 perçeyên Kurdistanê û tevahî gelan em pîroz dikin. Em ê şopdarê Arîn Mîrxan, Sara, Viyan, Zehra, Kader û Hebûnan bin."

Ji Girê Miştenûr yê azad silav ji gelê bakûr re

Jinên ku ji Girê Miştenûr gelê Bakûrê Kurdistanê silav kirin wiha dirêjî da gotinên xwe, "Li duv her pêvajoyek giran azadî û aramî pêk tê. Demê herî giran dema ku Arîn Mîrxan çalakiya fedaî pêk aniye û hêza jin nîşanî civakê daye. Gelê Bakûr çawan li dora Kobanê û dora gelê Kobanê bûn mertal, bi heman rengê gelê Kobanê jî dê dora gelê Bakûr bicive. Ji Girê Miştenûra azad em gelê bakûrê Kurdistanê silav dikin û hestên piştevaniya xwe tînin ziman. Bi taybet ji bo gelê me yên li pişt barîqatan û xendekan, gelê ku ji bo înşakirina jiyana azad û demokratîk li berxwedidin û şervanên YPS/YPS-JIN em silav dikin. Em ê lige gelê Nisêbîn, Cizîr, Amed û Silopî ne. Heya dilopê xwîna xwe yê dawî ji bo azadiya Amedê em ê têbikoşin."

(rc)