Balafirên rejîmê Şêxmeqsûd bombebaran kirin
14:25
Çile
27
/ 2016
JINHA
HELEB - Balafirên şer ên rejîma Sûriyê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bombebaran kirin. Di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Nûçegihanên ANHA’yê raghandin ku Balafirên şer ên rejîma Sûriyê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ku piraniya şêniyên wê kurd in, bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 8 jî birîndar bûn.
Tevgera balafiran li ser taxê berdewam dike.
(rc)