Li Sumerparkê nobeda Surê berdewam dike
14:29
JINHA
AMED - Malbatên ku zarokên wan li Surê ji alîye hêzên dewletê ve hatin qatilkirin li Sumerparkê di roja 3 de çalakiya xwe berdewam dikin. Malbatan biryara xwe ya gireva birçîbûnê nûkir.
Li navçeya Sur a Amedê ku rojane cenaze yê Rozerîn Çukur, Ramazan Ogut, Turgay Girçek, Gunduz Akmeşe û Hakan Arslan nadin malbatan. Ji bo ku malbat cenazeyê zarokên xwe wergirin piştî gireva birçîbûnê li Sumerparqê ev 3 rojin nobeta xwe berdewam dikin. Malbatan li qada nobedê wêneyên zarokên xwe daleqandine. Malbatan wiha gotin; "Eger cenaze zarokên me nedin em ê dest bi gireva birçibûne bikin." Meta Ramazan Ogut Zara got: "Cenazeyê zarokên me çend rojin li kolanên Surê tên sekinandin. Heya em cenazeyê xwe negrin em ê ji vir neçin û em ê nobeda xwe bi domînîn." Nobet ji alîye gel te ziyaret kirin.
Nobeda welatiyan di roja 6'an de berdewam dike.
Sur 57 rojin dibin dorpêçên dewletê deye li hember vê bê mafiyê bi pêşengiya HDP û DBP'ê li Sumerparkê di roja 6'an de berdewam dike. Gel li ber seqame zivistanê li dora agir berxwedan xwe di domînini. Li dora agir welatî dîlan di gerînin û pêvajoyê nîqaş dikin.
Îro jî Meclîsa Erganî nobetê dewir girt. Nobeda ku ji bo pişgîriya Surê li ber denge tang û topan berdewam dike.
(dt/zt)