'Divê ji bo Cizîrê koridora tenduristiyê lezgîn bê vekirin'

14:44

JINHA

AMED - Dibin dorpêç û êrîşan de li Cizîrê 24 birîndar 5 rojin li benda abulansêne 5 birîndaran ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest da. Endamên SES û TTB ya Amedê ji bo vekirina koridorê li Taxa Cudiya Cizîrê di nava hewildanan denin.

Girêdayî rewşa 24 birîndarên 5 rojin di avahiyekê de li bendas abulansêne de daxuyanî dan. Endamên SES û TTB yê 35 rojin li be Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê di çalakiya nobetê denin xwestin ji bo birîndarên Cizîrê korîdora tenduristiyê bê vekirin. Hevseroka Şaxa SES'a Amedê Selma Atabey diyar kir ku di mirina birîndaran de rola Wezîrê Tenduristiyê jî heye û wiha domand: "Li Taxa Cudiya Cizîra ku 46 rojin qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike di bodroma avahiyek 5 qat de 5 rojin 24 birîndar li benda abulansêne. Lê nayê zanîn di çend malên Cizîrê de niha çiqas birîndar hene. Weke taxên Rezan û Surê li taxên qedexe neyî jî dorpêç û topbaran berdewam dike. Hemû deverên tenduristiyê kirine baregehên leşkerî."

'Em tenduristvan dixwazin mudaxeleyî jiyana birîndaran bikin'

Selma bilêv kir ku divê ji bo birîndarên Cizîrê alîkarî bê kirin û wiha berdewam kir: "Ji bo mafê tenduristiyê yê welatiyên Cizîr û Surê divê dorpêç bê rakirin. Li Cizîrê birîndarên giran hene, ji ber nayên dermankirin jiyana xwe jidest didin. Ji birîndarên giran zarokek keç a 13 salî em dizanin xwîn ketiye hinavê wê de. Em weke Komiteya Navenda TTB yê bang li berpirsan dikin. Ji bo birîndarên Cizîrê korudora tenduristiyê bê vekirin. Em dixwazin demek zu dawî li vê deriyaya mirinê bê."

(zt)