Di avahiya birîndar têdenin êrîş giranbûn abulans nikarin têkevin avahiyê
15:02
JINHA
ŞIRNEX - Dema ku abulans ber bi avahiya 5 rojin birîndar têde dibin êrîşan dene, êrîş hîn zêdetir giran bû. Hevserokê Meclisa Gel ê Cizîrê Mehmet Tunç got: "Birîndar niha dibin rîska înfazê denin." Parelementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî got: "Ev qomployeke û hewildanan hovîtiyê ye. Bila hevalên me agah li xwe bin."
Li Taxa Cudî ya navçeya Cizîra Şirnexê 23 birîndar ev 5 roj in di bin bombebarana hêzên dewletê de, di bodrûma avahiyekê de ne. Ligel hemû hewildanan, hêzên dewletê ev 5 roj in destûra girtina birîndaran nadin û heta niha 5 birîndaran ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dan. Ambulansa Şaredariya Cizîrê ji bo 23 birîndaran bigire ber bi Taxa Cûdî ve derket rê.
23 birîndar di bodrûmê de ne
Di bodrûma avahiya ku di bin êrişê giran de ye, hêj 23 birîndar tên rawestandin. Her wiha cenazeyên 5 welatiyên di encama êrîşên dewletê de ranekirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dan jî di bodrûmê de tên girtin.
Ji hêzên dewletê hewldana înfazê
Di kêliyên ku ambulans ji bo birîndaran bigire çû taxê de, hêzên dewletê yên avahiyê dorpêç kirine jî ji bo înfazê dest bi êrîşan kir. Hate ragihandin ku hêzên dewletê hewl didin ku bikevin nav avahiyê û kesên li hundir in înfaz bike.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç tevlî weşana Med Nûçe TV bû û di weşana zindî de da zanîn ku wesayîtên zirxî nêzî 10 mt. nêzî avahiyê bûne. Mehmet diyar kir ku 23 kesên di nav avahiyê de bi komkujiyê re rû bi rû ne.
Di heman demê de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî tevlî weşanê bû û got ku di cihê ku ambulans biçûna, hêzên dewletê çûne malê. Faysal diyar kir ku hêzên dewletê li pey komployê ne.
HDP'yî bi wezaretê re axivîbûn
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û parlementerên HDP'ê Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş ji bo birîndar bên rakirin di seatên sibê de çûbûn Wezareta Karên Hundir û hevdîtin kiribûn.
Sekna malbatan didome
Parlementerê HDP'ê yê Cizîrê Faysal Sariyildiz û malbatên kesên birîndar jî îro ji bo girtina birîndaran li ber Şaredariya Cizîrê hatin cem hev. Faysal û malbatan diyarkiribûn ku birîndar neyên girtin dê ligel her tiştî hewil bidin biçin birîndaran bigirin. Sekna malbatan jî didome.
(ekîb/zt)