Li Surê welatiyên neçarî koçberiyê dikin: Em naçin li vêderê ne

15:52

JINHA

AMED - Li Sura ku berê di 6 taxan de dest bi dorpêç û êrîşan kirî, taxên dinê jî girtin bin dorpêçê. Hat zanîn ku welatiyan bi zorê ji malên wan derdixin û zorî koçberiyê dikin. Di êrîşên ser taxan de jî du kes birîndar bûn.

Li ser 6 taxên Sura Amedê 57 rojin dorpêç û êrîş berdewam dike, 5 taxê dinê jî girtin bin dorpêçan. Li taxên Abdaldede, Alipaşa, Lalebey, Suleyman Nazif û Ziya Gokalp li gel Cadeya Melikahmet girtin bin dorpêçê û welatiyan bi zorê neçarî koçberiyê dikin. Ji serê sibê heya niha li ser Cadeya Melikahmet polîs anonsên "Malên xwe valabikin û wesayîtên xwe ji cadeyan de rakin" dikin.

Di dema êrîşan de li Taxa Abdaldede welatiyên bi navê Neytullah Aktaş û Mehmet Aktaş birîndarbûn. Birîndar rakirin Nexweşxana Ozel Baglarê.

'Em malên xwe na terikînin emê li ber xwe bidin'

Welatiyan diyar kirin ku dê malên xwe neterikînin û li ber xwe bidin. Ji welatiyên taxê Fatma Şimşek got: "Emê ticarî mala xwe neterikînin. Em her roj dibin mexdurê êrîşên dewletê. Dewlet gehwil dide me biqedîne. Kes nikare me biqedîne. Emê her demê li ber xwe bidin. Qedexeya derketina kolanan her diçe fireh dike, li hember tang û topan gel bi biriyare li ber xwe bide. Anonsên welatiyan ji malên wan derxistinê serê sibê de dikin. Dema ku em malên xwe vala bikin dê komkujiyên mezin bikin. Emê desturê nedin van. Em malên xwe naterikînin û emê li ber xwe bidin."

(zt)