'Şoreşa bê jin biser nakeve'

16:09

JINHA

TIL TEMIR - Endama rêveberiya Jin a Navenda Zanist û Perwerdeyê Emel Şemdîn êrîşên hukûmeta AKP'ê yê li hember gelê Kurd nirxand û şermezar kir.

Şer û pevçûnên di navbera berxwedêrên li Bakûrê Kurdistanê û hêzên dewleta Tirkiyê ji hêla gel li Rojava bi hişyarî tê şopandin û bi taybet jinên Kurd helwesta xwe ya li berameberî qetlîmên rejîma AKP'ê bi her awayî tînin ziman. Endama Rêveberiya Jin a Navenda Zanist û Perwerdeya bajarê Til Temir Emel Şemdîn bi şermezarkirina qetlîamên AKP'ê dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: "Bakûr ne bi tenê ye. Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, her wiha Kurdên li çar aliyên cîhanê dilên wan ji bo Bakûr davêje. Ev îrade û hevgirtin dê ticar destûr nede Erdogan û çeteyên wî bigihêjin armancên xwe yên hovane. Jixwe hebûna jinê di vê berxwedanî û şoreşê de misogeriya serketinê ye."

Emel wiha gotina xwe domand, "Jina Kurd di şoreşên Kurdistanê de hertim cih girtiye, lê ev yekemîn car e wiha rêxistinkirî, wiha yekser tevlî dibe. Şoreşa ku jin tê de de be biser dikeve. Ya jin di nav de cih negire mehkumê binketinê ye."

(sş/rc)