2. Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê didome
16:20
JINHA
DIRBESIYÊ - Konfernsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê bi dirûşmeya "Bi jina azad ber bi Suriyeya demokratîk ve" didome.
2. Konfernasa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê îro serê sibê li navenda Çand û Hunera Dirbêsiyê bi beşdarbûna 200 delegeyên jin destpêkir. Konferans di bin diruşmeya 'Bi jina azad ber bi Suriyeya demokratîk ve' despêkir. Pankartên 'Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye' û 'Parastinek Misoger Avakirina Pergala Demokratîk e' her wiha 'Em têkoşîna xwe bilind bikin Di Xeta Sakîneyan Û Arînan De' salona konferansê hat xemlandin.
Dîvana Konferansê ji Welîde Botî, Adalet Omer, Berçem Xelîl, Muha Yûsif, Leyla Yaşar pêk tê. Di konferasê de ji bilî endamên meclîs û rêxistinên girêdayî Yekîtiya Star her wiha ji gelek sazî û rêxistinên jinan beşdarî jî heye. Jinên Ereb, Suryan û ji Meclîsa Demokratîk a Suriyê jî delege hatine. Ji Weqfa Jinê Sara, Weqfa Jina Azad, Saziyên civakî, saziyên aborî, rêveberiya Kampa Newrozê, ji TEV-DEM'ê û rêxistinên siyasî nûnerên jin tevlî bûne.
Bi rêzgirtin ji bo pakrevanên azadiyê rûniştina konferansê dest pêkir û axaftina vekirinê ji hêla Welîde Botî ve hate kirin. Piştî axaftina vekirinê peyamên rêxistinên jinan hate xwendin. Beriya her peyamê jî endama Rêveberiya Xweser a Rojava Asmîn Dirbas ku duh di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû hate bibîranîn. Ji malbata wê re sersaxî hate xwestin.
Konferans bi xwendina rapora xebatê ya salê a ku ji hêla Rêveberiyê ve ji delegeyên konferansê hatiye pêşkêşkirin dewam dike.
(gb-rs/rc)