Nobeda Dayîkên Aştiyê li ber Qasra Dolmabahçe yê

18:35

JINHA

SITENBOL - Endamên Meclîsa Dayîkê Aştiyê yên Stenbolê nobeta xwe ya hefteya 11'an li ber Qasra Dolmabahçeyê berdewam kirin.

Endamên Meclîsa Dayîkê Aştiyê yên Stenbolê her roja çarşemê li ber Qasra Dolmabahçeyê çalakiya nobetê lidardixin. Dayîkan di hefteya 11'an de li ber Qasra Dolmabahçeyê nobeda xwe bi durişmên "Ji Rêberê PKK'ê re azadî" û "Bila Mutabakata Dolmabahçeyê têkeve meriyetê" berdewam kirin.

Dayîka Aştiyê Emîne Erbek di çalakiyê de wiha axivî; "Li Kurdistanê dewlet êrîşên giran dike, weke Surê û Cizîrê. Em dixwazin li hember van kirinan bibin dengê gelan. Ev 30 salin dewlet zarokên me qatil dikin. Malên welatiyan tên talan kirin, girtin û êrîşên tuj ji alîyê dewletê ve tê çêkirin. Em aştiyê dixwazin bila herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe û bila ji vî şerî re bêjin bese. Dayîk hîn nikarin cenazeyê zarokên xwe bigrin. Em na xwazin tukes bimre. Bila hemî gel mafê aştî û aramiyê bixwazin.

Piştî axaftinan dayîkan dawî li çalakiya xwe anîn.

(dt/zt)