'Em ê ligel berxwedana bakûr bin'

09:07

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Endamên jin ên asayîşa Bajarê Til Temir berxwedana gelê Bakûr nirxandin û êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar kirin û gotin: "Em di wê baweriyê de ne bi berxwedanê dê dawiya Erdogan û çeteyên wî were."

Bi îlankirina Xweseriya Demokratîk li Bakûrê Kurdistanê re dewleta Tirkiyê konsepta şer xist dewrê û bê navber êrîşê gelê sivîl, jin û zarokan dike. Jinên Asayîşa bajarê Til Temir pêşveçûnên li Bakûr nirxandin û wiha gotin, "Bakûr ne bi tenê ye û em ê Bakûr bi tenê nehêlin."

'Rojava li gel bakûre'

Endama Asayîşê Îda Mihemed wiha axivî, "Di serî de ez ji malbatên şehîdên xweseriya demokratîk re sersaxiyê dixwazim. Bila bizanibin ew ne bi tenê ne, em wek Rojava bi tevahiya sazî û civakê li gel wan in. Di encama berxwedaniya ku bi mehan e li taxên cuda yên bajaran didome dewletê ruxmî ku pir zarok, jin û ciwan qetil kir, ti encama berbiçav nekariye bi dest bixîne.'" Îda da zanîn ku ew bawer dike dê Bakûr bi hêza jin û ya gel biser bikeve û bigihêje azadiya xwe.

Îda di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berpirsyariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di qetliama hember gelê sivîl û wiha got, "Berpirsê yekem ji vê qetlîamê Erdogan e û dê rojeke ne zêde dûr ew ji ber van kiryarên xwe were darizandin. Dê gelê Kurd ji wî hesab bipirse."

'Erdogan bila bizanibe ku serketin para kurdan e'

Zîlan Til Temir jî wiha nêrînên xwe anî ziman, "Bila Erdogan bizanibe, gelê Kurd çawa li Rojava bi ser ket, çawa li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê li berxwe da, bi heman rengî dê li Bakûr jî serketin bibe para Kurdan." Zîlan da zanîn ew bi hêza jin û ciwanan bawer e û dê ev hêz bikaribin polîtîkayên dewleta Tirk a hovane vala derxin. Zîlan di dawiya gotina xwe de bang li ciwan û jin kir û wiha pêde çû, "Ez bang li tevahî ciwan û jinan dikim ku xwedî li berxwedana Bakûr derkevin."

(rc)