Hacer Zagros: Ji derveyî jiyanek azad em ti vebijêrkên din na pejirînin
09:07
Delîla Gabar/JINHA
BEHDÎNAN - Hevseroka Kongira Gel Hacer Zagros di derbarê êrîşên ser Kurdistanê û tecrîda girankiri ya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de got: "Ji derveyî azadiya Rêberê xwe û jiyanek azad, em ti vebijêrêkên din qebûl nakin."
Hevseroka Kongira Gel Hacer Zagros di derbarê êrîşên hêzên dewletê ser Kurdistanê û tecrîda girankirî ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandinên giring kir. Hacer da zanîn ku ji 5'ê Nîsana 2015'an heya niha tecrîta girankirî ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: "Êdî gelê kurd bi encamê tekoşîn 40 salî, bedelên giran hatî dayîn. Di encamê berxwedana 17 salin Rêber Apo di Zindana Îmraliyê de didiye jî deskeftiyên mezin hatine dest xistin. Belê îro zanabûnek mezin di gelê me de daye çêkirin. Ji derveyî jiyanek azad, em ti vebijêrêkên din qebûl nakin."
Hacer balkişand ser tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha domand: "Ji 5'ê Nîsana sala 2015'an heya niha hevadîtin bi Rêberê me re nayê çêkirin. Ev tecrîta giran kirî ji aliyê hukumeta AKP'ê ev tê wateya îlankirina şerek giştî li himberî Rêbertiya me, tevgera me, gelê kurd û li himberî pêşveçûnên blokên demokrasî yên ku li Tirkiyê pêşket. Ev bi temamî hişmendiya hukumeta AKP'ê, çeteyên Erdogan û dewleta tirkiyê dide diyar kirin û rûyê wan yê rast derxistiye holê."
'Bêdengî û bê helwest mayîn nayê pejirandin'
Hacer wiha berdewam kir: "Bi paradîgmaya Rêber Apo rûyê AKP, Erdogan, plan û komplogeriya wan li himberî gelê Kurd û blokeyên demokrasiyê raxiste ber çav. Hemû hesabê dewleta tirk li himberî gel û tevgera me derxistiye holê. Maskeyên dewletê yên ku bi hişmendiya wan ya nîjadperest û netewperest li himberî gelê Kurd û gelê demokrat rastiya siyaseta wan û cewherê wan derxistiya holê. Ji bo wê em di serî de tecrîta girankirî ya li ser Rêber Apo şermezardikin. Li himber vê tecrîta li ser Rêber Apo bê guman tevgera me û gelê Kurd ti caran bê helwest nemane. Rêberê me, gelê û tevgera me ev du sê sale weke şansê dawiyê daye hukumeta AKP'ê ku pirsgirêka Kurd li ser bingehê hevdîtin, hevsengiyên demokratik û li ser rêbazên mekazangonên demokratik çareser bike."
Hacer da zanîn ku li himber hemû polîtikayên komploger herdayîm wan rê û rêbazên demokratîk esas girtine, lê tu bersiv nehatiye dîtin û wiha dom kir; "Mixabin hukumeta AKP'ê xwedî li vî şansî derneketiye, tu niyetê wan ji bo çareserkirin û guhertinên demokratik çêbibe li tirkiyê tuneye. Berovajiyê wê hertim hewlidan, êrîşan bi her awayî rêbazên şerek giştî li himber Rêberê me, Tevger û gelê me berdewam kirin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê kurd nirxên herî giranbiha û weke xetek sor ji bo wê temsil dike. Ji bo wê gelê kurd ne ji niha ve gotiye, ji berê de gotiye: 'Azadiya Serok Apo, Azadiya meye.' Ji roja 15'ê Sibata sala 1999'an ve tu carî gelê me li himber vê tecrîdê bêdeng nema, bê sekin û bê helwest nema, berovajiyê wê têkoşîna xwe bilindtir kir. Ji bo wê di vê demê de pênç mehin tecrîta girankirî li ser Rêberê me tê kirin."
'Berxwedan gelê Kurd ji bo tecrîdê bersive'
Hacer bilêv kir ku gelê kurd biriyara xwe rêveberiyê daye û wiha pêde çu; "Ji bo wê em weke pêngavên dîrokî dibînin. Berxwedaniyên xweseriya demokratîk ya ku gelê me îro diyar dike li himber hişmendiya netewperest û nîjatperest berxwedanêyên dîrokîne. Divê hukumeta AKP'ê vê baş bizanibe tecrîta ku li himber Rêbertiya me dayî destpêkirin, berxwedaniyên ku îro tên kirin weke bersiva li himber êrîşên ku li ser Rêbertiya me û gelê me hatîn destpêkirine."
Hacer hukumeta AKP'ê şiyar kir û got; "Divê baş bizanibe hemû propaxandayên dike dibêje; tevgera azadiyê dest bi şer kiriye, gelê kurd li navçe û bajaran dest bi şer kirine. Ji bo wê em îro êrîşên bi vî rengî dikin, ji ber wê îro em dixwazin yekbûnê dewletê tirk biparêzin. Bi van propaxandayên xwe ne dikarin gelê kurd û raya giştî bixapînin, ji ber siyaseta bi hişmendiya faşîzane tê kirin li ber çave hemû netew dibînin. Di serî de gelê kurd, tirk û di hemû qadên navnetewî de ev siyaset ber bi çave. Ger îro êrîşek dijwar li himber Rêberê me û gelê me heye, sedemê wê jî ew ji ber siyasetê faşîzet yê ku li dijî gelê me tê meşandine. Ev ji qada gelê Kurd û Tirk, ji qadên navnetewî weke civak û weke hêzên demokratik ev nehatiye qebûl kirin. Her wiha destek dayîn Erdogan û hukumeta AKP'ê ji bo çeteyên DAIŞ. Ji xwe siyaseta Erdogan û hukumeta AKP'ê ji xwe DAIŞ'ê ye tu ferqê wan tuneye. Siyaseta wan ya faşîzet, destek dayînê çetên DAIŞ, ev hişt ku maskên hukumeta AKP'ê hem di qada herêmî de, hem di qada navnetwî de bê hilweşandin û rastiya wan derkeve holê. Ev bi encama siyaseta Rêber Apo û berxwedana gelê me bû sedem ku rastiya wan derkeve holê. Ji bo wê, Erdogan hesabê wê giran bide."
'Wê Erdogan ji aliyê gel ve bê darezandin'
Hacer diyar kirin ku Erdogan kiryarên dîktatorên dîrokê hemû di kesayeta xwe de komkiriye û wiha got, "Heta niha çiqasî dîktator derketine, lê dîktatorek weke Erdogan hîna derneketiye. Dîktatorê yekem Hîtler û yê duyem Sedam e. Lê belê Erdogan wan derbas kiriye. Heta mirov dikare bêje tu dibê qey bi wan re ketibû pêşbirkê û dixwaze xwe bike dîktatorê jimara yekem di sedsala 21'an de. Dîktatortiya Erdogan wê bê hesab nemîne. Bila vêna jî bizanibe, çi dîktatorê derketine dawiya wan pir kirêt bûye, çawa ji aliyê gel ve hatiye dadgehkirin û heta roja meya îro jî mirovahî û dîrok her roj wan dadgeh dikin. Dadgehkirina Erdogan jî, ji niha ve gelê me da destpêkirin."
'Berxwedana tê meşandin xwediyê kokek dîrokiye'
Hacer anî ziman ku berxwedana li Kurdistanê tê meşandin xwediyê kokek dîrokiye û wiha domand: "Berxwedana rûmetê ji heft heya heftê salî dimeşînin. Yên pêşengiya berxwedana xweseriya demokratik dikin jin û ciwanin. Belê ev rûmetek mezine. Jinên kurd di dîrokê de tê naskirin, di dîroka pênçhezar salan de jinên kurd tu caran li himber koledar û êrîşên li Kurdistanê çêbûne serî netewandine. Mînakên wê pirin. Dema ku êrîşên Împertora Faris li ser Medana çêbûne, ji bo jina kurd dîl û xenîmet nekevin destê wan bi keziyên xwe, xwe dardekirine û xwe fedayê welatê xwe kirine. Her wiha berxwedana Zerîveyan, Besêyan, Zîlanan, Bêrîtanan, Sakîneyan, herî dewî li Kobanê berxwedana Arînan û îro jî berxwedana li Kurdisatanê tê berdewamkirin bi rihê wan berdewam dike. Di kesayeta her sê qehreman û fedayiyên li Silopî hatin şehîd xistin heval Pakîze, Sêvê û Fatmayan ev tê wateya ku îro jina kurd xwedî li dîroka xwe, nirxê mirovahiyê derketiye. Ev tê wateya ku heta azadiyê wê berdewam bike."
'Îro bêdengî îxanete'
Hacer derbirî ku divê her kes tevlî giyana berxwedanê bibe li her derê û wiha berdewam kir, "Divê em vêna baş bizanibin ku heta Rêber Apo ji rewşê tecrîtê azad nebe, tu car nemumkune azadî ji bo gelê kurd û azadî ji bo mirovahî pêkwere. Berxwedana ku îro li Sur, Cizîr, Silopî û Nisêbînê berdewam dike nîşana jiyana nû ya li Kurdistanê ye. Ji ber vê pêwîste hemû gelê me yên li metrepolan û bajarên Kurdistanê pêwîste bêdeng nemînin. Îro bêdengî îxanete, îro destek nedan û piştgirî nedana berxwedana Sur, Cizîr, Silopa û Nisêbînê tê wateya destek û piştgirî nedana azadiyê. Ji ber vê tenê bi protestokirin, daxuyaniyan û bi çalakiyên weke şêwazê peryodîk nebesin. Di rojên îro de êrîşên dijwar ser gelê me tê kirin. Zarokên 6 mehî tên qetilkirin û cenazên dayîkan 10-12 rojan li kolanan tê hiştin. Divê her kurdek îro li kolan be û dinav vê berxwedaniyê de cih bigre. Ji derveyî vê jiyanê tu çara jiyanê nemaye ji gelê kurd re."
'Berxwedana Mahîran û Denîzan wê bilindtir bibe'
Hacer wiha dom kir, "Gelê tirk û hemû gelên li Tirkiyê dijîn divê vê baş bizanin ev berxwedan ne tenê jibo gelê kurd ji bo hemû gelan tê kirin. Ev berxwedan ji bo wekhevî, demokratîk û avakirina pergalek dadweriye. Her çiqas gelê kurd pêşengîtiya wê dike, divê gelê tirk bi heman şêwazê vê rastiyê baş bizanibin. Ger ev berxwedan bişkê, tê wateya sîstemek dîktatorî wê were, wê tu kesî li ber xwe negre û wê êrîşî kesê bike. Çawa di roja îro dixwaze rojnameger û akademisyenan bê deng bike, êrîşî her kesê li himber vê rejîma dîktator derdikeve û qebûl nake dike. Ji bo vê ew polîsên hov, çeteyên AKP, çeteyên saraya Erdogan, tangên wan û panzêrên wan yên ku îro li kolanên Kurdistanê gelê me qetildikin, wê sibe berê wan li bajarên Tirkiyê jî be. Ji bo wê divê her kes vê rastiyê bibînin, tevlî vê berxwdaniyê dîrokî bibin. Divê yektiya gelan were bilind kirin û divê bloka demokrasiyê were xurtkirin. Em bang li her kesî dikin, ger hûn dixwazin îro xwedî dîrok û berxwedana Denîzan, Mahîran û hemû pêşengên demokrasiyê bin divê roja berxwedan û rûmetê de divê ala tekoşîn û demokrasiyê were bilindkirin."
'Dê YPS û YPS JIN ala azadiyê bilind bikin'
Hacer berxwedana dayîk, zarok û ciwanan silav kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî, "Bi taybetî îlankirina yekîneyên parastiyênên sivîl ji aliye ciwanên kurd ve em gavek pir pîroz û bi rûmet dibînin. Ev tê wateya ciwan û jinên kurd berpirsyartiyek pir giran girtine ser milê xwe. Ev berpirsyariya dîrokiye û pir bi rûmete. Ev tê waya gelê kurd ketiye zanebûna bê parastina cewherî jiyan nabe. Em vê gava wan pir pîroz dikin, girîng û bi wate dibînin. Em bang li her keksê dikin hemû ciwanên kurd cihê xwe di nav refên YPS û YPS JIN de bigrin. Di vê li her kolanên û taxên Kurdistanê yekîneyên parastiyan sivîl were îlan kirin. Ji ber di nav YPS û YPS JIN de cih girtin, tê wateya dinav jiyanek bi rûmet û nirx de cih girtinê. Ji bo bilindkirina ala azadî û berxwedanê em vê pir girîng û bi nirx dibînin.
Herî dawî em hemû şehîdên berxwedaniya xweseriya demokratîk û bejna xwe li himber wan ditewînin. Em weke tevgera azadiyê dibêjin xwedî derketina li şehîdên berxwedana xweseriya demokratîk weke erkeke li ser milê meye, eta ala tekoşîna, azadiyê bilind kirine. Em weke tevgera bi her şêwazî li kêleka gelê xwene û em li gel gelê xwe ne, emê heya dawiyê destek bidin berxwedan wan. Bila gelê me bizane wê serkeftin hertim a wan be."
(zt)