Li Dêrikê saziyê yekemîn yê Şoreşê Mala Jinê ye

09:08

Delîla Bagok/ JINHA

DÊRIK - Endamên Mala Jin yê bajarê Dêrikê derbarê xebatên xwede nirxandin kirin û diyar kirin ku Mala Jin wek saziya yekemîn a barhema Şoreşê Rojava ye.

Bi pêkhatina şoreşa Rojava re saziya yekem yê ku li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê xwe bi rêxistin kiriye Mala Jinê bû. Derbarê xebata Mala Jinê yê 5 salan de, Endama Komîteya Dîplomasiya Mala Jin Sebah Hesen nirxandin kir. Sebah wiha got, "Di serî de dema ku Mala Jin hat avakirin, tevahî pêdiviya jinan pêşwazî dikir. Ji perwerdehiya bîrdozî heya ziman, tenduristî û civakî dihat dîtin. Mala Jin erkek mezin hildabû ser milê xwe heya ku saziyên din hatin avakirin. Mala Jin bi vê hişmendiyê dest bi xebatê kir û bi kedên mezin heya roja îro hat."

'Êdî jin Mala Jin wek navenda çareseriyê dibîne'

Sebah da zanîn ku Mala Jin îro ji bo çareseriya gelek pirsgirêkê jin xebat dide meşandin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Armanca xebata Mala Jinê pêşxistina ramanê azade. Her wiha mafê jin parastine û pirsgirêkên heyî di nava civakê de çareser kirine. Di vê çerçoveyê de xebatê me didome. Êdî jin Mala Jin wek navenda çareseriyê dibîne û tên. Rojê herî kêm 7-8 jin serî li Mala Jinê didin û hêvî dikin pirsgirêk bên çareserkirin."

Xebat tê arşîvkirin

Endama Dîwana Mala Jinê Evîn Elî jî wiha got, "Karê min her pirsgirêkek ku bê Mala Jinê girtina qeydê ye û arşîvê wê amede kirine. Despêkê em bi kesên serlêdan dikin re rûdinin, nav û cihê jê hatine dinvîsin, dûvre em pirsgirêkên wan yên bingehîn guhdar dikin û digrin qeydê. Piştî wê Komîteya Lihevhatinê bi wan kesan re nîqaş dike. Em di nîqaşê de jî amede dibin. Piştre çi pirsgirêka ku li vir çareser dibe dikeve arşîva me û pirsgirêka ku çareser jî nebû em dişînin dadgehê."

Endama Mala Jinê Feyroz Mihemed jî got: 'Em 10 kes di saziyê de kar dikin. Em ji karê xwe hezdikin û dixwazin jin di derbarê mafê xwe de şiyar bibe. Ji bo wê jî em ji wan re dibin alîkar ku bikarin pirsgirêkên xwe derbas bikin."

(rc)