Vîrûsa Zîka li sê qite belav bû lê pêşgirî nayê girtin

09:08

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Vîrûsa Zîka ku astengdariya zayînê û mirinê pêk tîne li qiteyên Efrîqa, Emerîkayê bakûr, başûr û belavî Ewropayê dibe. Li gel ku vîrûsa Zîka li 25 welatan hatiye dîtin, hikûmet û rêxistinên tendûristiyê ji bo pêşgirî tiştek nakin. Gleicy Oliveira yê ku zarokê wê bi vîrûsa zîkayê hatî dinê, ser înternetê têkoşîna zanistiyê hember vîrûsê da despêkirin.

Zîka yê ku belavî 25 welatan bûye di salên 2013'an de cûreyê vîrûsek ku kêm dihat dîtin bû. Hikûmeta ABD'ê ji bo jinên ducanî ên ku bi vîrûsa Zîkayê ketine, hişyariya gerê welatan dane. Di serî de welatê El Salvador û hikûmetê welatên din ji bo jinan daxuyaniya "divê jin du sal zarok neyînin dinê" hat dayîn.

Vîrûsa Zîka çiye?

Zîka cûreyek vîrûsa ku nayê tama kirin û bi pêşî vedanê belav dibe. Zîka yê ku ji sedî 80'î diyar nabe, dema ku jin zarok tên dinê mejiyê wan gelek biçûk dibe. Mîkrosef dibe sedema astengiya pêşketinê û mirinê. Zîka di serî de li Uganda dertê holê û di sala 2015'an û şûnve belavî qiteyên Efrîqa, Emerîkayê bakûr, başûr û belavî Ewropayê dibe. Di dawiyê de li Danîmarkayê hat tesbît kirin.

Jin û zarok li Brezilyayê bi şewbê re rûbirû tê hêştin

Vîrûsa Zîka herî zêde welatê Brezilyayê bê bandor bûye. Ji mehê Gulanê û pêve 3 hezar û 900 zarokên hatine dinê li Brezilya ji vîrûsa Zîka bi bandor bûne. Gleicy Oliveira (31) yê ku zarokê wê bi vîrûsa zîkayê bandor bûye ji rojnameya Los Angeles Tîmes re axivî wiha got, "Kurê min Guilherme, yek ji zarokên ku her roj bi mîkrosfalî sê zarok tên dinê ye. Ji bo fêmkirina vê rastiyê her roj dilê min lêdida. Hin zarokên mîkrosefalî çawan tên dinê dimirin. Hinek ji wan jî kêm dijîn û hin jî demên dirêj dijîn. Niha Guilherme xweş dijî û dê wiha xweş bijî. Lê yê herî zêde zora min diçe ez nizam ka dê rabe bimeşe û bipeyve ango na. Wê bikaribe xwarinê bicû an na." Gleicy li Rio Grande do Sulê ji bo dayîkên zarokên wan bi mîkrosefaliyê ketine, ser medyayê civakî koma piştgiriyê da despêkirin. Koma ku ji 600 kesan pêk tê, her heftê carek civîna xwe pêk tînin. Gleicy diyar kir ku dayîka zarokan bi gumanin û got derbarê şewba zîkayê de tu agahî nayên dayîn.

Li El Salvadorayê ku qedexeya kurtajê hatiye dayîn daxuyaniya 'ducanî nebin' tê dayîn

Li El Salvadora ku bi sedan zarok bandor bûne hikûmet daxuyaniya "Heya sala 2018'an ducanî nebin" tê dayîn. El Salvadora yek ji welatên ku tehlûkeyê mirinê jî hebe destûrê kurtajê lê nayê dayîne û jinên ku kurtajê dikin cezayê girtîgehê tê dayîn. Daxuyaniya ku daye jî rastî gelek rexneyan hatiye. Di mehê dawî de bi hezaran zarok bi mîkrosfalî hatî dinê û Brezilya ku wek navenda şewbê tê dîtin, roja înê Wezîrê Tenduristiyê Marcelo Castro, derbarê plansaziya hikûmetê yê zîkayê de agahî dan.

(rc)