'Ligel biryara DMME'ê sûc dike'

09:08

Hulya Okalîn/ JINHA

WAN - Her çiqas Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo kesên li Sûr û Cizirê birîndar dibin biryara tedbîrê standibe jî dewlet destûr nade ku birîndar rakin nexweşxaneyê û bên dermankirin. Rêvebera Komeleya Mafê Mîrovan (ÎHD) a Wanê Gulay Yildiz anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê li Bakûrê Kurdistanê dijî mirovahiyê tevdigere û ligel biryara DMME'ê sûc dike.

Di 24'ê tirmeha 2015'an de li bakûrê Kurdistanê hikumeta AKP'ê konsepta şer da destpê kirin û bi top û tangan êrîşê gelê li Cizîr, Nîsêbîn, Sur, Gever û gelek navçeyan kir û herem xista nav dorpêçê de. Di navde jin û zarok jî heyî bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan. Navçeya Cizîr û Sûr bêhtirî mehek ku dibin dorpêça dewletê de ye û bi dehan welatiyên sivîl bi destê tîmên taybet ve hatin qetîlkirin û welatiyên birîndarin jî ji ber dorpêç û qedexekirina derketina kolanan kes nikare xwe bighîne wan û birîndaran rakin nexweşxaneyê. Her wiha cenazeyên welatiyên ku hatin qetîlkirin jî bi rojan li kolanan in û nayên defin kirin.

'Ligel biryara DMME'ê sûc dike'

Her çiqas Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo kesên birîndar biryara tedbîrê standibe jî waliyên bajêr ligel biryarê desûr nade ku birindar bên dermankirin û terkî mirinê tên kirin. Rêvebera Komeleya Mafê Mîrovan (ÎHD) a Wanê Gulay Yildiz anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê li Bakûrê Kurdistanê dijî mirovahiyê tevdigere û ligel biryara DMME'ê sûc dike.

'Dewlet ne bi gorî zagonên xwe tevdigere'

Gulay diyar kir ku dewlet ne bi gorî zagonên xwe tevdigere û wiha berdewam kir: "Biryara qedexe kirina derketine kolanan ne ji aliyê waliyan ve tê dayîn. Ev biryar tenê li meclîsê li ser biryarek hevpar tê dayin. Her wiha dirêjiya wê jî herî zê de 2 rojin. Lê îro li Sûr û Cizîr di serî de li gelek bajarê Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Waliyan ve biryarek wiha tê dayîn û bi mehan berdewam dike. Ev çewt e. Dewlet bi vê hewldanê ji ne bigorî zagonên xwe tevdigere."

'Bi dorpêçan mafê jiyanê ji holê radikin'

Gulay got ku dewlet bi dorpêçan mafê jiyanê ji holê radike û dijî mafê mirovahiyê nêz dibe û wiha axivî: "Îro em dibinîn ku li Kurdistanê bi destê dewletê hemû mafê jiyana ji kurdan hatiye standin. Ligel mafê jiyanê, mafê aborî, çand, civakî û hwd tev tên binpêkirin. Ligel vê yekê jî hêzek mezin tên bikar anin. Dibê ku demildest ev êrîşên metîngerî li ser gelê kurd rabe."

'Dewlet li Kurdistanê nîjandkujiyê dike'

Gulay di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dewlet li Kurdistanê bi êrîşan nîjandkujiyê dike û got divê dewlet dev ji kuştina mirovan berde û dev jî kuştinan berde.

(rc)