Li Cizîrê ji şevê dinê ve agahî ji 23 birîndaran nayê girtin

09:43

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê 23 welatiyên birîndar ên di bodruma avahiyekî de, li benda alîkariyê ne ji şevê din heta niha agahî nayê wergirtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 23 birîndarên ku ev 6 roj in li taxa Cûdiyê di bodruma maleke de asê mane û hê jî ambulans negihîşt wan. Ji şevê din ve ye ji birîndaran agahî nayê wergirtin.

Ji ber ku Walitiya Şirnexê destur neda ambulansên serwîsa 112 ya lezgîn, duh serê sibehê ambulansek û wesayîtekî cenaze yên aydî Şaredariya Cizîrê ji bo birîndaran werbigire derket rê lê ji ber dorpêçê birinbûn qereqola taxa Konakê. Herî dawî avahiya ku birîndar lê ne hate topebarankirin û banga "teslîm bûn" li birîndaran hatibû kirin.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz duh êvarê li ser twettirê gotibû ku ambulans û wesayîta cenazeyê hê jî li derveyî taxê ye û wiha gotibû: "Wesayîtên zirxî ev 5 saet in li ber deriyê bodrumê ne. Ji wî demê heta niha ji birîndaran agahî tunayê girtin."

(ekîb/zt)