Bahar Oktay: Tecrîta ser Abdullah Ocalan tecrîta ser hemû gelane
10:08
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Hevseroka TUHAD-FED'ê Bahar Oktay diyar kir ku tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin nêzîkatiya dewletê ser hemû girtiyan radixe berçavan û got: "Ji bo me ya sereke azadiya Rêberê me ye. Perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd daniyî holê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan jiyaniye."
Her diçe tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giran dibe. Hevseroka TUHAD-FED'ê Bahar Oktay da zanîn ku tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîta ser hemû gelane û wiha domand: "Divê Rêberê pêvajoya aştiyê birêve dibe û pêşerojê ronî dike bi tevger û gelê xwe re di nava dan û sitandinê debe. Li cihê pêşiyê vekirn tecrîtê hîn zêdetir giran dikin. Ev rewş bi ti awayî nayê pejirandin."
'Ser Rêberê Gelê Kurd êrîş heye'
Bahar destnîşan kir ku tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ser hemû Kurdistanê didin meşandin û wiha berdewam kir: "Perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan pêdiviyek jiyaniye. Ji ber van perspektîfane ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de êrîşî gelê kurd dikin. Em tenê ne rakirina tecrîtê azadiya Rêberê xwe dixwazin. Ji bo me ya sereke azadiya rêberê meye. Ev nêzîkatiyên dewletê astengiyên mezinin li pêşiya aştiyê. Divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan astengiya ser hemû girtiyên siyasî bê rakirin."
(zt)