Ji Zelal şeyek û ji bo zarokan şekir maye...

10:40

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê ji Endama YPS-JIN Zelal Dalgali ya ku di 23'ê yê çile de di çalakiyek a li hember wesayîta zirxî de jiyana xwe jidest dayî saeta destê wê, şeyek û çend şekerê ji bo zarokan di berîka xwe de veşartî maye. Endamên YPS-JIN wiha qala Zelal dikin: "Hevala me qirkirina ser gel dihat kirin ne pejirand. Bi çalakiya xwe bê dawî bû."

Li ser vê axê her roj agahiyên mirinê tên bihîstin. Li hemberî van hemû zorî û êrîşan gelê berxwedêr ê rêveberiya cewherî diparêzin hene. Li peyî her mirinekê jiyanek bi wate dimîne. Yek ji bajarên herî zêde polîtîkaya şer ser tê meşandin jî Nisêbîna Mêrdînê ye. Di 23'ê yê çileyê de cardin agahiya mirinekê derket ser nûçeyên ajansan. Ev mirin li hember wesayîtên zirxiyên taxên Zeynelabidin û Kişlayê girtin dorpêçê çalakiyek bû. Ew endama YPS-JIN Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) bû. Berî çend roja ji bo nûçeyê me xwe gihand wê û pêre hevdîtin kir, agahiya windakirina Zelal ji bo me gelek giran hat. Her çendî wê demê ji ber nexweşbû roportaj neda, lê em pêre runiştin û me sohbetek xweş kir. Ew nû hatibû Nisêbînê bi gel re sohbet dikir, tenê ne her du tax hemû Nisêbînê Zelal nasdikirin. Lê nasîna Zelal û Nisêbînê gelek dom nekir, her kes ji zelal gelek bandor bûye.

Li Nisêbînê cara yekê merasîma leşkerî ji bo Zelal hat kirin. Di merasima lekeriya bi hezaran welatî beşdarbûyî de dîmenên Kamuran Serhildan di anî hişê mirovan, ser ruyê her kesê xemgîniyek dixwiya. Li mala ku Zelal lê mayî şeyek, saeta destan û ji bo zarokan çend şekirê di berîka xwe de veşartî maye.

'Tekoşîna wê gerduniye'

Hevalên Zelal dema qala wê dikin, qala kenê ser ruyê wê dikin. Hevala wê endama YPS-JIN Dunya diyar kir ku Zelal li Rojava jî şer kiriye û wiha domand: "Ji bo wê tekoşîn gerduniye. Duh li Rojava bû, îro li Nisêbînê ye. Sedema tevlîbûna wê ya şoreşê gelê kurd û nasnama wê bûye. Ew jinek nimuneyîbû ji têgihiştina hişmendiya zayendî re. Ji bo wê jin bingehîn bû, nêzîkatiya wê ya li jinan gelek cuda bû. Ji bo wê jin û zarok cudabûn. Her dem di berîka wê de ji bo zarokan şekir hebû. Emê wê bi şekirên wê û ruyê wê yê ken bibîrbînin."

'Ew jinek a heskirina şoreşê ji bo xwe jiyanî kiribû'

Endamê YPS'ê Fırat Zagros jî bilêv kir ku Zelal ji bo komkujiyên ser Sur û Cizîrê çalakî kir û wiha berdewam kir: "Çalakiya wê bandor li me hemûyan kir. Em nikarin bêjin Zelal ji nava me çuye, ji ber wê bi jiyan û helwesta xwe bandorek mezin li me tevan kiriye. Jinek kurd a di rêya Rêber Apo de dimeşiya bû. Her kar bi heskirin dikir, ji bo wê heskirina wê ya şorşê bê dawî bû. Ev çalakî ji bo êrîşên qirkirinê yên ser gelê kurd qêrînk bû.

Ew koçera me bû. Bi helwest û nêzîkatiyên xwe dişibiya koçeran. Ew koçerek şoreşger bû. Ji axa Amedê ber bi çiyayan ve, ji Rojava ber bi Nisêbînê ve koçerek şoreşgerbû. Wê êrîşên ser gelê kurd tê kirin ne pejirand bê mirin bû, bû Bêrîtan, Zîlan. Bi çalakiya xwe bersiv da êrîşkarên êrîşî Cizîrê dikin. Dê heya kendê gelê me bê deng bimînin? Yên li erdê dimînin rometa mene divê em li wan xwedî derkevin. Divê her kes bi giyana Dorşînan beşdarî nava YPD'ê bibin. Li gel van hemû êrîşan gelê kurd tine nebû, dê ticarî tine nebe. Dê gelê kurd bi giyana Dorşînan bi serkevin."

(zt)