Meşvanên Botanê ber bi Cizîrê ve dimeşin
10:57
JINHA
MÊRDÎN - Meşvanên Botanê yên ji bo şikandina dorpêça li navçeya Cizîrê, li taxa Girê Mîran nobeta berxwedanê digirin ber bi Cizîrê ve dimeşin.
Meşa Botanê ya ku bi pêşengiya DBP'ê ve ji bo şikandina dorpêça li navçeya Cizîra Şirnexê hate destpêkirin li rawestgeha yekemîn a taxa Girê Mîran a Nisêbînê di roja 7'emîn de ye. Nobeta berxwedanê ya ku meşvanên Botanê li Girê Mîran bi beşdariya gelek kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didomînin ji ber 23 birîndarên hêj ranekirine nexweşxaneyê ber bi Cizîrê dest bi meşê kirin.
Li taxa ku bi hezaran kesan berê xwe dan Cizîrê ji aliyê leşker, polîs û wesayîtên zirxî ve hate dorpêçkirin.
(zt)