Leyla Birlik: Dewlet li Kurdistanê tang, top û îşkenceye
11:11
Aysel Işik / JINHA
ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê yê Şirnexê Leyla Bîrlîk derbarê hovitiya dewletê yê li hember cenazeyên ku li Silopî û Cizîrê hatine qetilkirin de nirxandin kir. Leyla diyar kir ku di vê pêvajoyê de zarok, jin û ciwan bi kiriyarên hovane hatine qetilkirin û wiha got, "Dewlet li Kurdistanê tang, top, şîdet, mirin û îşkenceye."
Parlementera HDP'ê yê Şirnexê Leyla Bîrlîk qala hovîtiya ku hêzên dewletê di vê pêvajoyê de li hember sivîlên hatine qetilkirin kir. Leyla destnîşan kir ku ew rastî 100 cenazeyan hatiye û wiha got, "Berî niha me pevçûn û dorpêç dîtibûn. Li Kurdistanê em wiha mezin dibin. Lê hovîtiya ku niha ketiye meriyetê naşbihe tu demî. Nêzî 100 cenaze min ji Nexweşxaneyê Dewletê yê Şirnexê girtiye. Rewşa herî giran êşê malbatan bû. Malbat nikarin werin û cenazeyê xwe bigrin ji ber dorpêçê. Dema ku em li malbatan digeriyan digotin em nikarin bên xwedî li cenazeyên me derên, êşên giran jiyan kirin."
'Gel nikarin şîna cenazeyê xwe bikin'
Leyla destnîşan kir ku destûr nadin ku gelê Kurd cenazeyên xwe bispêrin axê û îşekence li cenazeyan tê kirin û wiha domkir, "Dema ku ji malbatê yek bimre xizm û malbat dixwazin xwe bighînin cihê cenazê. Dixwazin şîna cenazeyê xwe bikin û wecîbeyên olî bi cih bînin. Lê destûrê nadin vê yekê jî. Ne bese qetil dikin ser de jî cenazeyan îşkence dikin. Li ber çavê dayîkan zarokên wan tên qetilkirin, 45 rojin em vê dibînin. Li ber çavê mirovan zarok tên qetilkirin. Ew zarokan ji ber wendakirina xwînê ber çavan jiyana xwe ji dest dide. Hevokên ku vê êşê diyar bike nîne. Kuştin û dorpêç îşkenceye, hemû maf û hiqûq tên binpêkirin. Ligel vê jî bê rûmetî ji mirovên dervî dorpêçê dijîn re tê ferzkirin."
'Tarîfa êşa nîne'
Leyla atmosfera girtina cenazeyan ji morgê jî wiha nirxand, "Carnan nava morgê de tejî tabût dibûn. Cenazeyên ku me girtine tev sivîlên ku li wir dijiyanbûn. Gelê Botanê vîna xwe daniye holê. Di vê mijarê de divê dewlet bê vegotin. Dewlet li Kurdistanê tê çi wateyê? Gel vî dewletî çawan dibîne?" Leyla da zanîn ku dewlet li Kurdistanê cûdae û wiha pêde çû, "Di her hevdîtinek hêzên taybet wiha ji mera gotine: 'dewlet ezim. Dewlet li Kurdistanê tang, top, şîdet, mirin û îşkenceye ye." Leyla qala qetilkirina sê jinên siyasetmedar yên Kurd jî wiha kir, "Dorpêç li Cizîr û Silopî di heman demê de despêkir. Gel dizanî ku mirin û wendahî çêbin lê ne ewqas zêde. Her gava ku min deriyê morgê vedikir, rûyê tevahiyan min nasdikir. Xebatkar û zarokên mebûn. Qetilkirina Sêvêyan jî êşek mezin da avakirin. Şev pêve ligel tevahî hewldana me jî hersê hevalên me hatin înfaz kirin. Dema çûbûm morgê gotin cenazeyên hatine jinin, wê demê hêviyê min nemabû. Jin tên qetilkirin û kuştin."
(rc)