Jinên Geverê bi Sosinê li hember şideta mêr û dewletê xwe rêxistin dikin

11:29

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê jin hîn di temenê biçuk de tên zewicandin. Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin Pinar Befre di derbarê pirsgirêkên jin li Geverê dijîn de got; "Li vêderê dewlet herî zêde ser jinan şerê derunî dide meşandin."

Li Geverê ji bo jin tevlî karên civakiyên weke werzîş, aborî, tenduristî û perwerdê bibin berî 4 salan li Naçeya Gever a Colemergê Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin ketiye meriyet ê. Ev navend ji bo aborî, werzîş, perwerde wê li navçe yê ji bo jinan pêşketinên giring bidest bixin. Li gelek taxan jin ji bo van beşên dibiniya navendê de hatin avakirin cîvînan pekêtînin. Tayîbetî girêdayî şideta ser jinan tê meşandin civîn û panel tên dayîn. Xabatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin Pinar Berfe di derbarê xebatên xwe yên navendê de wiha axivî; "Heya îro me di van xabatan de gelek tiştên watedar bi dest xistin."

Pinar wiha bi lev kir; "Li Geverê şerê dewletê tahrîbatên mezîn li ser jinan kiriye, hem ji aliyê derunî û hem jî di aliyê civakî de gelek bandor kiriye. Dewlet her roj derûnî û azîne bi lev dike, lê belê tiştek neke. Ev planên wan yên qirej li ser jinê didin meşandin. Jin hem di aliyê mêr hem jî dewletê de şedetê dibîne. Dibêjin bila jin malê paqij bikin, bila zarok bînin bi vê hişmendiyê nêzî jinan dibin. Jin hertim tavêjin nexşen paş û wan diavêjin hindirê malên weke girtîgehan, bi vî rengî nêzî jinê dibin."

'Şîdeta ser jinan di têmenê biçuk de destpêdike'

Pinar destnîşan kir ku li navçeyê di temên biçuk de jin rastî şidetê tên û wiha berdewam kir; "Li navçeyê jin hertim di temenê biçuk de tên zewicandin ev di dema pêşiya wan de dibe pirsgirekên mezin û jiyan li wan dibe zindan. Şidet hîn di têmene biçûk de dest pê dike û di têmenê biçûk de dibin dayîk. Ev di jiyanê de problemên hîn mestir tînin pêşîya jinan. Hîn jî mêr bi hişmendiya desthilat nêzî jinan dibin û hişmediya berê nêz dibin. Zarokan hîn di têmenê biçûk de tê zewicen din, ev qatlek mezine bê ahlaqî ye. Zewîcandina temen ê biçûk nîşaniya şîdetê ye."

'Em ê dest bidin hev û em ê vê pisrkirêkan ji holê rakin'

Pinar bilêv kir ku divê jin hemû di van aliyan de bi baldarî tevbigerin û wiha dom kir; "Gerek em jinan agahdar bikin û bi rêxistin bikin. Divê em di civînan de bêjin şidet ne tenê fîzîkiye gotin jî parçeyek şîdeta herî mezîne. Em ê bi civîna van pirsgirêkan bînîn ziman. Bila jin va ramanên xwe deynin koşekî û bila ji xwe bi bawerbin. Em jinan bi tenê nahelin û em wa vedixwînin navendê. Em ê dest bidin hev û van pirsgirekan ji holê rakin. Encax jin ji hev fembike û êşên xwe pevre par bikin."

Pinar gotina xwe wiha dawî kir; "Jin li her qadê jiyanê bi hêz dibin, ya girîn bila bi rêxistin bin. Em ê li Geverê tenê jinêk jî bê rêxistin nahêlin."

(dt/zt)