Pêdiviyê nanê Qesrê pêşwazî dike û aboriya xwe pêk tîne

11:57

JINHA

DÊRIK - Ligel êrîşê çeteyan Latîfe Xelef axê xwe terk nake û bi çêkirina nanê sêlê hem aboriya xwe pêşwazî dike hem jî pêdiviyê nanê gel pêk tîne.

Latîfe Xelef (35) yê ku ji pêkhateya Erebe, ligel êrîşê çeteyên DAIŞ'ê axê xwe terk nake û li gundê Banê Qesrê yê girêdayî Kantona Cizîrê dijî. Latîfe ji ber pirsgirêkên aborî berî 10 salan neçar mabû koçî bajarê Reqayê bike, lê piştî êrîşê çeteyan cardin vegerî gundê Qesrê yê ku jê dayîkbûye. Xelîfeya ku hevjînê wê li kargehek dixebite, ew jî ji bo azadiya aboriya pêk bîna nanê sêlê çêdike. Latîfe yê ku nanê gund çêdike wiha dibêje, "Karkirin rûmete. Ji bo ku nan li malê xwe çêkim min cihek taybet çêkir. Pêdiviyê nan tev ji bazarê Dêrikê pêşwazî dikim. Zarokên min jî dar û qirşik ji bo agirê nan berhev dikin. Jin dikarin aboriya xwe pêşwazî bikin, tenê bila dexwaz û baweriya wan bi xwe hebe."

(rc)