11 koçberên din jî di Derya Egeyê de xeniqîn
12:18
Çile
28
/ 2016
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Ewlekariya Peravên Yûnanîstanê diyar kir, di bûyera bînavbûna keştîya koçberan de 7 jê zarok 11 koçber xeniqîn û 10 kes jî hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyan, botek ji penaberan li peravê girava Sîsam a Yûnanîstanê îro berê sibehê noqî binê avê bû. Fermandariya Ewlekariya Peravên Yûnanîstanê diyar kir, di bûyerê de 7 jê zarok 11 penaber xeniqîn û 10 kes jî hatin rizgarkirin. Di bûyereke bi heman rengî ya duhî de jî li peravê girava Îskankoyê de 7 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn.
(rc)