Meşa ber bi Cizîrê ve tê asteng kirin

12:24

JINHA

MÊRDÎN – Meşvanên Botanê yên ku li Girê Mîran ji bo şikandina dorpêça li Cizîrê meş dan destpêkirin ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin.

Meşa Botanê ku bi banga DBP'ê ve li rawestgeha yekemîn a Girê Mîran a navçeya Nisêbînê hate destpêkirin bi beşdariya gelek kesên ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin berdewam dike û piştî ku êrîşên li Cizîrê zêde bûn biryara meşa ber bi Cizîrê girtin. Meşvanên Botanê yên ku di nav de parlamenterên HDP'ê, Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Demîr Çelîk jî hene bi sedan wesayîtan ve ji taxê derketin rişa Mêrdîn û Şirnexê. Piştre riya bi hezaran kesên ku xwestin bimeşin li gundê Kemînayê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin girtin. Hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî ve rê girtin. Leşker û polîsên ku li ser wesayîtên zirxî jî hatin bicihkirin bal kişand. Parlamenterên HDP'ê Alî Atalan, Nadîr Yildirim, Dirayet Taşdemîr, Îbrahîm Ayhan û Erol Dora ji bo barîqat bên rakirin bi hêzên dewletê re hevdîtîn pêk anîn lê hevdîtin bê encam man.

Astengkirina hêzên dewletê berdewam dike. Berxwedana meşvanên ku dixwazin ber bi Cizîrê ve bimeşin jî didome.

(rc)