Êrîşê polîsan hember meşvanên Cizîrê

12:51

JINHA

MÊRDÎN - Meşvanên Botanê, ji bo şikandina dorpêçî û terora dewletê ya li ser Cizîrê, ji taxa Girê Mîra ya Nisêbînê ket ser rêya Cizîrê. Lê belê hêzên dewleta Tirk bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Piştî ku êrîşên li ser Cizîrê hîn bêhtir hat şidandin, Meşvanên Botanê yên li taxa Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê nobeda berxwedanê digirtin, biryar dan bimeşin Cizîrê. Parlamenterên HDP'ê û Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Demîr Çelîk jî di nav de girseya gel, bi sedan wesayîtan ji taxa Girê Mêrdîna di ser rêya Mêrdîn-Şirnexê berê xwe da Cizîrê. Piştre bi hezaran kesên dest bi meşê kirin, li gundê Kemînayê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatin sekinandin.

Tevî astengiya hêzên dewleta Tirk jî, meşvanan bi israr xwestin bimeşin Cizîrê, lê belê hêzên çekdar ên dewletê bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Berxwedana gel a li hemberî êrîşan dewam dike. Ciwan bi keviran bersivê didin êrîşa dewleta Tirk.

(rc)