Li Cizîrê hîna birîndar dibin êrîşan denin: di roja 6'an de mirina 6'an
14:13
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê di bin dorpêçan de di roja 6'an de hîna birîndar li benda abolansê ne, birîndarek dinê jî jiyana xwe dijdest da. Êrîş li ser taxên Cudî û Surê giran bûn.
Li navçeya Cizîrê êrîşên hêzên dewletê ev 46 roj in berdewam dike. Ji 23 birîndarên ku li taxa Cûdiyê ev 6 roj in li benda ambulansê ne ji duh şevê ve ye agahî nayê girtin. Birîndarek dinê jî jiyana xwe jidest da. Polîs û leşker li taxên Dîcle û Şahê bi zorê dikevin malan û lêgerînê dikin. Hate hinbûn ku leşkeran malên li cadeya Kobanê ji xwe re kirine biryargeh. Li taxên Cûdî û Sûrê topebaran berdewam dike.
Li aliyê din xebatkarê Şaredariya Cizîrê Kerem Uçar û Nezîr Tîmurtaş ên ku li taxa Cûdiyê duh ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Hatibû gotin ku Kerem û Nezîr li emniyetê rastî îşkenceyê hatine.
(zt)