Jin li hember zordariyê berxwedêr bûne çalakiye nobetê digrin

15:12

JINHA

MÊRDÎN - Jinên Meşvanên Botanê ku di sermayê de nobeta berxwedanê heya sibê girtine wiha gotin, "Di demên borî de dema ku yek biçe pey wî me hawar dihat kirin. Ew dem ne ma, niha em ê bi stranên şoreşgerî piştgirî bidin. Bi qirkirinê em naqedin, bi xendekan û bê xendek jî em ê li berxwe bidin. Duh em serê çiya bûn îro em nava bajêr de ne. Berxwedana me didome, divê tevahî gel tevlî berxwedanê me bibin."

Meşa Botanê li Taxa Girêmîra Nisêbînê bi pêşengiya rêxistina DBP'ê dest pekirî, di roja 7'an de berdewam dike. Çalakiya ku heya serê sibê ber sermayê hatiye girtin de, li ber agir sitranên berxwedanê hatin gotin. Dayîkên ku tevlî çalakiya nobetê bûne jî di bin bataniyê qala piştî zarokên xwe salên ku bi berxwedanê derbas bûye dikin. Em jî tevli sohbetê gundê Barmanê ya navçeyê Stewrê a Mêrdînê bûn. Em ji gelê Stewrê fêm dikin ku wek siyasetmedara Kurd Sêvê Demîr a ku li Silopî hatiye qetilkirin tevahî jin xwedî giyana berxwedanê ne.

'Israra me bi dawîbûna dorpêçê ye'

Jinên ku di salên 90'an de hember êrîşan gundê xwe terk nekirine îro jî ji bo şikandina dorpêça ser Cizîrê bi înadin. Emîne Aydogana 60 salî got ku wek jinên gund ji polîtîkayên qirêj wane derxistine û ji bo dawî li şer û pêvçûnan were wan jiyana xwe feda kiriye. Emîne diyar kir ku 3 zarokê wê tevlî PKK bûne û wiha domkir, "Gundê me bi zordarî vala kirin, cerdevantî li ser me dihat ferzkirin. Ji ber vê yekê ji her malbetek şervanek heye. Cîranek me hebû bi zorê wî kirin cerdevan. Zarokê wî jî vê yekê tehmûl nekir û tevlî nava gerîlayan bû. Bifikirin bav mahkûmê qetilkirinê ye û hember wê jî zarokê wî serê çiya jiyanê wî berdewam dike. Gelek çîrokên wiha li ser van axan hatiye jiyan kirin. Israra me tev ji bo bi dawîbûna dorpêç û vî şeriye. Êdî bese"

'Em deng didin berxwedana zarokên xwe'

Şikriya Okten tevî kofî û dolbenda spî yê li serê xwe pêçayî hewldide xwe di bin bataniyê de germ bike. Şikriya wiha jî wiha got, "Dema ku mala xwe de cihê xwe ya germ da radiketim min ezabê wijdan dikşand. Min ji xwe re got ez jinek wisa nebûm. Niha ez li vir di çalakiya Cizîrê de me. Wek wan heta serê sibê binê sermayê de em disekinin, berxwedana zarokên xwe ra bi stranê xwe em piştgirî didin."

'Divê em piştgirî bidin berxwedanê'

Türkan Etik 63 salî diyar kir ku gelek xizmên wan tevlî nava refên PKK'ê bûne û wiha pêde çû, "Di demên borî de dema ku yek biçe pey wî me hawar dihat kirin. Ew dem ne ma, niha em ê bi stranên şoreşgerî piştgirî bidin. Bi qirkirinê em naqedin, bi xendekan û bê xendek jî em ê li berxwe bidin. Duh em serê çiya bûn îro em nava bajêr de ne. Berxwedana me didome, divê tevahî gel tevlî berxwedanê me bibin."

(du/rc)