Meşa Botanê barîkat danîn gav paşde navavêjin

15:21

JINHA

MÊRDÎN - Li Taxa Girê Mîran a Nisêbînê dema ku Meşa Botanê ber bi Cizîrê rê ve dest bi meşê kir rastî êrîşan hatin di êrîşan de ji ber berxwedana gel gav paş de avêtin. Welatiyan barîkat danîn. Di êrîşan de 3 kes birîndar bûn. Leşkeran êrîşî rojnamegeran kirin.

Berxwedana gel welatiyên ji Taxa Girê Mîran ber bi Cizîrê ve ketin rê û rastî êrîşê hatin berdewam dike. Li hember êrîşên hêzên dewletê berxwedana gel di nava zeviyan de berdewam dike, ji ber berxwedanê leşker û polîs paşde kişiyan. Welatiyan li devera êrîşî wan kirî dest bi barîkatan kirin. Dema hevdîtinên parlementerên HDP'ê ji bo rakirina dorpêçan bi leşkeran re berdewam dikir, wesayîtên zirxî sewqî ser rêya Nisêbîn û Cizîrê hatin kirin. Welatiyên gav paşde nadin bi diruşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berxwedanê mezin dikin.

Rojnambegerên bûyer dişopand jî rastî êrîşê hatin. Ji ber zêde karanîna gazê di navê de nûçegihana JINHA yê Zehra Dogan jî heyî rojnameger neçar man li wesayîtê siwar bibin û dur kevin. Leşkeran êrîşî wesayîta rojnamegeran kirin û amurên wan ên teknîkê texrîb kirin.

Di êrîşê de 3 welatî birîndar bûn

Di êrîşê de Aslan Ali Çinar, Fahrettin Durmaz û welatiyek navê wî nehat zanîn birîndar bûn, 3 welatî bi bombeyên gazê birîndar bûn. Ji birîndaran Aslan Ali Çinar ji ber bombeya gazê ya lê ketî qeyîrana dil derbas kir. Birîndar bi abulansa hat herêmê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Nisêbînê.

(zt)