Ji bo Zeyneb Celaliyan li Hesekê îmze hat komkirin

17:07

JINHA

HESEKÊ - Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Hesekê dest bi komkirina îmzeyan ji bo girtiya Siyasî Zeyneb Celaliyan kir. Rêxistina Yekîtiya Star di çarçoveya kampanya komkirina îmzeyan ji bo Zeyneb Celaliyan ku di 15'ê vê mehê de li Qamişlo start wergirtibû, îro jî li Hesekê dest bi komkirina îmzeyan kir.

Bi armanca piştgiriya girtiya siyasî Zeyneb Celalyan ku di girtîgeha Îranê de di şert û mercên zehmet de dijî û ji ber îşkenceyan çaveke xwe wenda kiribû niha jî îhtîmala korbûna çavê wê yê din heye, Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Hesekê îro dest bi komkirina îmzeyan kir. Beriya îmze werin komkirin di derbarê armanca çalekiyê de axaftinek ji hêla Rêveberiya Yekîtiya Star ve hate kirin. Endama Rêveberiya Yekîtiya Star a bajarê Hesekê Şêrîn Oso da zanîn çalekiya wan ji bo dermankirin û azadiya Zeyneb Celaliayan e û wiha got, " Demildest bila rejîma Îranê dawî li zordestiya li ser girtiyên siyasî bîne. Em ji jinên li Hesekê dixwazin çalekî beşdarî vê kampanyayê bibin. Zeyneb bi tenê nehêlin."

Piştî axaftina Şêrîn Oso, îmze hatin komkirin. Hate zanîn dê jin ji bo komkirina îmzeyan di nav hemû saziyên Rêveberiya Xweser û her wiha mal bi mal jî bigerin.

(gb-ee/rc)