Ciwanan bi şahiyek rizgarkirina Kobanê pîroz kirin

17:21

JINHA

HESEKÊ - Yekîtiya Ciwanên Rojava yê bajarê Hesekê ji bo salvegera rizgarkirina kantona Kobanê û piştgiriya berxwedana Bakûr şahiyek li darxistin.

Şahiya pîrozkirina salvegera rizgariya Kobanê û piştgiriya berxwedana Xwesriya Demokratîk li Bakurê Kurdistanê ji hêla Yekîtiya Ciwanên Rojava li Naveda Çand û Huner a Xabûr ya bajarê Hesekê bi beşdarbûneke girseyî ji ciwanan û endamên Saziyên Civaka Sivîl û bi dehan jinên bajarê Hesekê hat destpêkirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Endamê Rêvebera Ciwanan Rubar Qamîşlo axaftinek kir û girîngiya berxwedana Bakurê Kurdistanê destnîşan kir. Rubar îşare bi salvegera rizgariya Kobanê kir û ev roj li tevahiya ciwanan û Mirovahiyê pîroz kir. Şahî bi sînevîzyona li ser rizgariya Kobanê û berxwedana Bakur domiya û dûvre jî bi stran û govendê dewam kir. Di derbarê vê rojê de me mîkrofona ajansa JINHA'yê dirêjî jinên ciwan kir û ji wan xwest nêrînên xwe bi me re parve bikin.

'Çawa Kobanê biser ket dê bakûr jî biser bikeve'

Endama Tevgera jinên ciwan Nejbîr Ehmed ev tişt anî ziman: "Me ev şahî li darxist ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê û piştgiriya berxwedana Bakûr. Em ê her dem Kobanê bi bîrbînin. Ji ber ku Kobanê berxwedaneke dîrokî nîşan da. Di saya vê berxwedaniyê de êdî her kes fêrî ruhê berxwedanê bû. Tevahî cîhan li vê berxwedanê matmayî ma. Bi Kobanê re hêza Jina Kurd û ciwanên Kurd hat nasîn. Heman rewş li Bakûr jî tê jiyîn. Em wek ciwan li pişt Bakûr in."

Mamosteya ziman Hêlîn Reşk jî wiha got, "Di serî de ez rizgarbûna Kobanê li hemû cîhanê pîroz dikim. Berxwedana Kobanê û rizgarkirina wê tirs xist dilê dijminê Kurdan û yek ji van dijminan Erdogan e. Êdî ji ber tirs û kîna xwe êrîşî gelê Kurd ê li Bakûr dike. Dixwazin moral, vîn û baweriya Kurdan bişkênin. Lê Kurd li herderê piştgiriya hev dikin, wê berxwedaniya Bakûr jî bi serkeve. Ji ber Kurd gihîştine hest û ramaneke netewî. Ciwanên Kurd hişyar in. Jinên Kurd hişyar in."

(gb-ee/rc)