Katî Pîrî: Pirsgirêka Kurdan bi şidetê çareser nabe
19:22
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parlementoya Brûksel a Avrupa Katî Pîrî dorpêçên li ser Kurdistanê rexne kir û bangî dewleta Tirk kir û got:"Çareseriya Kurda bi şer nabe."
Li Parlementera Brûksela Avrupa Sosyal û Demokrat (S&D) Parlementerên AP bi Hevserokê Giştî ê HDP Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pek anîn. Di civînê de Raportoru AP Tirkî û Endamên (S&D) Katî Pîrî bangî Hukumeta Tirkî kir û got: "Mafê mirovan tên perçiqandin, êrîş û dorpêç hene. Li Kurdistanê êrîşên giran tên jiyîn. Li Kurdistanê qedexe ya derketina kolanan û dorpêç heye. Mirovên birîndar hene av û gelek pêdivî yên wan ên jiyanî hene. Bila dewleta Tirkî tenduristvanan bişîne Cizîre. Gel çareser kirinek siyasî dixwaze. Em ê ji bo vê piştgiriyê bidin, ya girîn e we ku pirsgireka Kurd çareser bibe û çareser kirin jî ne şer, bi diyaloge ye."
(dt/zt)