'Jin di rêveberiya xweser de demokrasiyê avadike'

09:11

Fîdan Rêzan/ JINHA

EFRÎN - Hevseroka Meclisa Rêveber ya Kantona Efrinê Hêvî Mistefa di duyemîn salvegera îlankirina Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrînê de xebatên jinê yên hatî meşandin û plansaziyên Desteya Jinê nirxand.

Di 2. salvegera îlankirina Hevseroka Meclisa Rêveber ya Kantona Efrinê Hêvî Mistefa bi berfirehî xebatên jinê yên Desteyê nirxand û projeyên ku danîne pêşiya xwe ji ajansa me nirxand. Hêvî Mistefa salvegera îlana Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ku du sal li pey xwe hişt li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Rêveberiya Xweser nûnertiya vîna gel dike."

Hêvî Mistefa bal kişand ser rola jinê di Rêveberiya Xweser de û wiha got, "Jin di Rêveberiya Xweser de ciheke aktîf girt. Bi taybet avabûna sîstema Hevserokatiyê di tevahiya xebatên komîn, meclîs, şaredarî û her wiha di Rêveberiya Xweser de avabûna Desteya Jinê ji bo avakirina wekheviya jin û mêr pir girîng e." Hêvî armanca avakirina Desteya Jin di nav Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn de wiha da nasîn: "Armanc ew bû ku jin biryarên xwe bixwe bistîne. Bi rêya vê Desteyê pirsgirêkên jinê digihêje Meclîsa Jinê. Jixwe biryarên munasib jî li gor wê têne wergirtin."

'Jin rengê xwe dide xebatê'

Hêvî pergala Hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser de pozîtîf nirxand û cihêbûna tevlîbûna jinê di rêveberiyê de wiha pênase kir: "Jin rengê xwe dide xebatê. Jin bi disîplîn û cidiyet kar dike. Ji rêderketinê re destûr nade. Bi wîjdan, edalet û demokratîk tev digere û zilam jî neçar dike wiha nêzîk bibe." Hêvî komîn wek yekemîn lingê Rêveberiya Xweser pênase kir û wiha pêde çû, "Cihgirtina jinan di komînan de rêxistinkirina civakê ye. Jinan ne tenê komîn avakirin, di komînan de jî komîteyên parastinê avakirin. Bêgûman têkoşîna jinê di qada leşkerî de xwedî girîngî ye, lê di heman demê de jin di siyaset û dîplomasiyê de jî di xebatên civakî de jî ciheke berfireh girt."

'Jin ji %50 bêtir di rêveberiya xweser de cih digire'

Hêvî Mistefa bi bîr xist ku tevlîbûna jinan di Rêveberiya Xweser de ji %50 zêdetir e û wiha domand: "Ev ast nîşan dide jin xwedî li şoreşa xwe derdikeve. Ez dikarim bêjim sala 2015'an bû sala berxwedan û rizgarkirinê. Di heman demê de bû sala ku jinên Rojava di tevahiya sazî, komîn, meclîs û xebatên civakî-aborî- siyasî û perwerdehiyê de tevlîbûneke li pêş raber kirin. mînaka vê di asta cîhanê de tine ye." Hêvî şoreşa Rojava ji hêla Jinê ve nirxand û wiha dirêjî da gotina xwe, "Şoreşa li vir pêkhat ji bo jinê du şoreş di zik hev de bû. Yanî jinê hem ji bo parastin û rizgarkirinê herêmê têkoşiya, hem jî ji bo guhertina zihniyeta zilamsalar a li ser civakê hakim têkoşîn kir. Di şoreş û serhildanên borî de sedema binketinê ew bû ku jin wek niha beşdar nebû. Ger hebûya jî bi zihniyetê zilam tevgeriya bû. Lê di şoreşa Rojava de jin bi raman û hêza xwe tevlî dibe."

Di derbarê êrîş û tevlîbûna jinê ên di şoreşê de jî Hêvî wiha got, "Tevlîbûna jinê ji hêla dijminên şoreşê ve jî hate şopandin. Wan dizanî ev şoreş bi jinê bi ser dikeve. Lewma herî zêde êrîş jinê kirin. Li bakûr jî heman rewş derketiye pêş. Lê jin dê bi berxwedaniya xwe şoreşa Bakûr jî biser bixîne."

'Destketiya herî girîng zagonên jinê ye'

Hêvî di Şoreşa Rojava de yek ji destketiyên herî girîng ê jinê Zagonên Jinê binav kir û wiha pêde çû, "Zagonên jin di asta cîhanê de yekem car li Rojava derkete holê. Wiha jî pêşî li bêmafî û bandora zihniyeta zilamsalar tê girtin. Her wiha di qada aboriyê de jî pir xebat hatin meşandin. Civak karê aborî wek karê zilam dizanî, li bermaberî vê me xebatên aborî ji bo jinê pêşxist. Em dizanin ger jin di warê aborî de serbixwe nebe nikare behsê serbixwebûna xwe ya giştî jî bike. Em jî dixwazin jin bêtir tevlî qada aboriyê bibe." Hêvî xebatên jinên ciwan li Kantona Efrînê jî girt rojeva xwe û wiha got, "Me dît jinên Ciwan di Rêveberiya Xweser de roleke mezin dileyîzin. Piştî lêkolîna me hate zanîn herî kêm 600 jin di kantona Efrînê de karker in. Ev ast girîng e."

Di dawiyê de Hêvî karûxebatên dema borî di bûnyeya Rêveberiya Xweser de vegot û projeyên sala nû wiha eşkere kir:

*Xebatên sala borî: Di 27'ê Tebaxê de 1. Tabûra jin a xweser avabû. Bi sedan jin di warê teorî-leşkerî de perwerde dîtin. Niha hejmara tabûran zêdetir bûye.

*Di 20'ê meha Cotmehê de 1. Konferansa Aboriyê ya Kantona Efrînê hate lidar xistin. Di konferansê de biryar hate girtin komînên aborî saz bibin. Koperatîf werin avakirin.

*Desteya Jinê li bajarê Efrînê di 17'ê Hezîranê de kooperatîfek mezin ji bo bazara tiştên zuhakirî vekir. Heya niha ev bazar xebat dide meşandin û 70 jin dorveger tê de dixebitin.

*Jinan li navenda Raco bi alîkariya komînên xwe dikaneke şêrînahiyê vekirin.

*Koperatîfên aborî di qampa penaberan a Robar de hat vekirin.

*Projeyên Desteya Jin di 3. Sala Rêveberiya Xweser de;

*Koperatîf ji bo alîkariya zarokên bêxwedî û sêwî wê werin vekirin.

*Dê Mala Parastina Jinan vebe.

*Kreş ji bo zarokan wê vebe.

*Ew ê Koperatîfên şîr-mast, hingiv û yên dirûnê vebe.

*Broşur li ser astengdar û mirovên pîr-kal amade bibe.

*Amadekirina navenda fêrbûna xwendin û nivîsînê ji bo dayîk û bavan di kampa Robar de.

*Ji jinan re semîner werin dayîn û tevahiya jinên di Rêveberiya Xweser de semîner bidin.

*Di derbarê karûbarên Desteya Jinê çapemenî were agahdarkirin.

*Di derbarê pirsgirêkên jinan de li kolanan anket werin amadekirin.

(hm/rc)