'Li hember êrîşên ser Şêx Meqsûd bêdeng nebin'
09:12
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Taxa Şêx Meqsûd dubare bûye armanca êrîşên rejîma Suriyê û çeteyên El Nusra. Di êrîşên berî du rojan de ku 4 kes jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Jinên li bajarê Tiltemir bertek nîşan dan û ev êrîş şermezar kirin û wiha gotin, "Bêdengiya li dijî êrîşên Şêx Meqsûd em rexne dikin."
Rejîma Suriyê êrîşên xwe li ser Şêx Meqsûd zêdetir kiriye. Di roja borî de di encama topbarana rejîmê de bi dehan kes birîndar bûn, 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Di nav birîndaran de zarok jî hene. Jinên bajarê Tiltemirê bêdengiya li beramberî van êrîşan jî rexne kirin û gotin: "Divê herkes hedefa rejîma Sûriyê bizanibe û helwesta xwe diyar bike."
'Binketin para dijminên gelan e'
Mêrvet Emîn bi pirsekê dest bi axaftina xwe kir, "Çima rêjîma Sûriyê taxa Şêx Meqsûd kiriye hedefa êrîşên xwe? Li taxa Şêx Meqsûd gelê Kurd dijî û parastina xwe ya rewa dikin. Heya niha bi dehan car rejîmê êrîşî wir kiriye û bi dehan Kurd şehîd bûne, lê bêdengî li dijî vê heye. Bila herkes bizanibe em Kurd li her derê parastina xwe, axa xwe û biratiya gelan bikin. Dê serketin ya me be. Binketin jî ya dijminên gelan Siyaseta niha li ser Şêx Meqsûd tê meşandin mehkumê binketinê ye. Rejîm ji vir şûnde neçare mafê Kurdan û sîstema wan a xweser bipejirîne."
'Êrîş bi vîna gel dê têk biçin'
Cewahir Haşim jî wiha got, "Em ji gelê xwe bawerin ku li Şêx Meqsûd jî serî natewînin. Em êrîşa rejîmê şermezar dikin. Wê ev hêzên tarî ku êrîşî nirxên mirovahiyê dikin tine bibin. Ji ber îradeya gelê Kurd pir xurt e. Lê bêdengî heye. Pêwîste Kurd bi dengek hêj bilindtir Şêx Meqsûd biparêze û xwedî lê derkeve."
'Li dijî êrîşan bêdeng nemînin'
Nora Yasîn jî got, "Divê ev bêdengî bişke. Tev Kurd acizî û hêrsa li dijî rejîmê û çeteyan bidin der. Êrîşa li ser Şêx Meqsûd êrîşa li ser nirxên Kurdan e. Em divê pêşiya vê bigrin. Ez bawerim di demeke nêz û ne dûr de dê gelê Kurd li her çar parçeyan dê kêfxweşiya serketina şoreşê bijî. Ev dê bibe serketina mirovahiyê jî." Nora di dawiya axaftina xwe de got, "Azadî para gelê Kurd û hemû mirovahiyê ye."
(rc)