Bêrîvan Hejar: Divê her kes li berxwedana rometê ya Bakurê Kurdistanê xwedî derke
09:13
Şengar Bradost/JINHA
BEHDÎNAN - Endama Meclisa PJAK'ê Bêrîvan Hejar pêvajoya dawiyê nirxand û got: "Ez berxwedana jin û ciwanên vê axa pîroz silav dikim. Bawerim ku tû car yê zalim û Yezîdê demê li hemberê vê berxwedan û sekna pakrewanên vê axa pîroz ser nakevin. Dê di xwîna ku dirijîn nefret û kîna dijîn de bifetisin."
Endama Meclisa PJAK'ê Bêrîvan Hejar di derbarê rewşa Kurdistanê û pêşketinên dawî diqewimin de nirxandin kir û wiha got: "Di serî de berxwedana li Bakûrê Kurdistanê taybet li Cizîra Botan tê meşandin têkoşîna Rûmetê ye. Ez gelê xwe yê berxwedêr Silav dikim û li hemberî cangoriyên di vê rêyê de xwe fedakirine bejna xwe ditewînim. Bi mehane hikumeta AKP'ê bi çekên giran berê xwe daye Kurdistanê. Bi dehan jin, zarok, pîr û ciwanan qetl dikin. Li hemberî êrîşan berxwedana gel li Cizîr, Sur û gelek deverên dinê berdewam dike. Çeteyên DAİŞ û AKP'ê li Rojava ser neketine niha jî li Bakûr Kurdistanê heman rêbazê xwe diceribînin. Li gorî tê dîtin Erdogan rewşa ku çeteyên wan li Kobanê jiyan kir ji bîr kiriye. Şerê ku îro li Bakûrê Kurdistanê tê meşandin û siyaseta ku tê rêvebirin berdewama şerê Rojavaye. Şêwazê hovîtiya li Kolanên Kurdistanê tê jiyankirin di ti serdemên şerên herî hov yê cihanî de jî nehatiye jiyankirin."
'Rastiya Şengalê pêngava yekem a plansaziya ser Rojhilata Navîne'
Bêrîvan Ragihand ku pêwîste gelê Kurd rastiya xwe baş bizane û wiha pêde çu: "Plansaziyek berfireh ya hêzên navnetewî û dewletên li herêmê ser Kurdistanê heye. Di vê serdemê de armanca Tirkiye, Awrûpa, Saziyên Mafê mirov û Yêkitiya Emerîkayê tinekirina gelê kurde. Ji xwe îlana xweseriya demokratîk hebe û neba jî dewleta tirk demdirêje li hencetekê digere ji bo şer bide despêkirin. Di vê demê de ne em weke gelê kurd ne jî gelên ku bûne qûrbanê vî şerî desthilatdariyê bê berxwedan û parastinê yê mafê wan yê jiyanê nemîne. Rastiya Şengalê Pêngava yekemîn ya vê heqîqetê bû. Ji ber vê jî vir û şûnda jî ev plan bê meşandin. Weke Rêbertiy me jî berî niha demekê anî ziman, gelê kurd dikeve qonaxeke şer û pêwîste ji bo parastinê xwe amade bike. Bi siyaseta li Kurdistanê tê meşandin nedîtina vê rastiyê nemûmkine."
Bêrîvan wiha berdewam kir: "Em ji bêdengiya raya giştî li hember van komkujiyan ne xerîbin. Di dîroka têkoşîna gelê me de her tim li hemberê qirkirin û siyaseta dij bi kurdan ev yek hatiye kirin. Ger berjiwendiyê derve tê de nebin tû car behs ji wê jî nakin. Di dîroka me de sedan bûyer û rastiyên wisa hene, qetliama Helepçe, destwerdana Komara Muhabad û qetliama piştî wê, Şengal, Kobanê. Hemû encamê van siyaseta hember gelê kurd tê meşandine. Îro jî li kolananên Cizîr, Sûr û Kerboranê cenazeyên zarokên vi gelî bi rojan li erdê dimîne. Gel bi rojan cenazeyê xwe di nava cemedê vedişêrin, cenaze li erdê xira dibin û ji aliyê lawiran ve tê xwarin. Li her derê sekvanên xwe bi cih kirine, yên dikûjin yên din jî digirin û infaz dikin. Rewşa ku niha li Bakûrê Kurdistanê tê jiyankirin ji hovîtiya li Şengal û Kobanê cûdatir nîne. Lê belê berjiwendiyê van hêzan yê gehiştina petrol, dewlemendiyê li vê herêmê û siyaseta ku kê çiqas yê ser van cesedan zêdetir teserûf bike ji wijdan, dad û rûmeta mirovan bi nirxtir bûye. Ji ber vê jî lîstoka min nedît, nebîhîst û ji bo wê min deng nekir, hemebrê gelê me careke din tê lîstin. Ev bêdengî hem li gor berjiwendiyê dewleta tirk e, di hemen demê de ji bo hêzên derve jî weke fersendekê ye. Ji xwe karekterê vê demê yê demokrasiya Avrûpa jî ewe; nakûkiyan pêş dixîne û bi hev didin şer kirin û şûnda mûdaxile dikin. Ger siyaset wiha ser gelê me heye divê em herî kêm li hember qetilkirina jin û zarokan bin."
'Li ser Rojhilata Navîn plansaziya hêzên serdest heye'
Bêrîvan di derbarê serketinên li Rojava jî hatine bidestxistin de wiha axivî: "Li cihanê şereke mezin yê hegemonya desthilatdarî tê meşandin. Her yek ji van hêzan di hewldanê wê de ye ku xwe bi hêztir bike, Rojhelata Navîn derfetek mezin ji bo hêzbûna xwe dibînin. Sedema niha Rojhelata Navîn di vê rewşa giran ya şer û qeyranan de ye em nikarin ji vê siyaseta derve qût bigrin dest. Sala 2001'an destwerdana Afganistanê, ev palansazî bi avayeke rêk û pêk berdewam kir û sala 2011'an de jî gehişte asta herî jor. Bêgûman li Rojhelata navîn pirsgirêkên demokrasî, civakî û azadiya gelan hebû. Ev jî di milê hejmoniya cihanî de baş dihate zanîn bi kurkirina van nakokiyan herêm ber bi şerê qirkirina gelan û mezheban ve dehf dan. Niha li herêmê di milekê hewl tê dayîn ku bi kurkirina şerê mezhebî, planên gelan bi hev bidin şerkirin projeya xwe ya mûdaxilê ser bixin. Rewşa niha li Kurdistanê jî tê jiyankirin ji vê rastiyê qût nîne. Bi hevkariya dewleta tirk li herêmê rolê ajantî û sîxortiya van hêzên hegmoniya cihanê dilîze. Ev planên wan ji ber berxwedanî û siyaseta gelê kurd li Kerkûk, Şengal û Rojavayê Kurdistanê raber kir ser neket. Ji ber vê jî hûkûmeta AKP'ê berê xwe daye Bakûrê Kurdistanê û tola vê binketina çete û palansaziya xwe ya sîxortiyê ji gelê me digire."
'Dê êrîşkar di xwîna dirijin de bifetisin'
Bêrîvan wiha dom kir: "Berxwedan niha tê dayîn ne tenê Bakûrê Kurdistanê hemû Kurdistanê elaqedar dike. Em nikarin rastiya kurdan û siyaseta ser wan tê meşandin ji hev qût bigrin dest. Çewa ku rizgarkirina Kobanê ji bo kurdan şerê Rûmetê bû îro xwedî derketin li Cizîrê û Bakûrê Kurdistanê jî xwedî heman giringiyê ye. Îro li hemberê hemû hovîtiya dewleta tirk li Cizîr û Sûrê şerê man û nemanê tê dayîn. Erdoganê di got ku Kobanê ha ket yê bikeve, niha jî dibê kolan-kolan, mal-mal emê wan temîz bikin. Çewa ku gelê me bi helwesteke netewî û berxwedaneke bêhempa berê xwe da Kobanê îro jî li hemberê vê dijminahiya Erdogan, heman helwest ji gelê kurd li parçeyên din tê xwastin. Ger îro li hemberê gelê me fermana qirkirinê tê dayîn, wê demê gelê me jî bi yekbûna xwe ya netewî vê zêdegavî û siyaseta li hemberê gelê kurd hercûre bêrêzî, şêwazê kuştin û bêdadiyê dimeşînin bi dawî bike.
Em bang li gelê Rojava, Başûr û taybet Rojhelatê Kurdistanê dikin ku di vê qonaxê de xwedî li berpirsyartiya xwe ya netewî û şerê Rûmetê li Bakûrê Kurdistanê derkevin. Taybet jî ciwanên kurd piştgîriya ciwanên Bakûrê Kurdistanê bikin û berê xwe bidin nav refên YPS-JIN û YPS'ê. Her bêdengî û xwedî nederketin ji berpirsyartiyên dîrokî dibe êşên ku gelê kurd heq nekiriye. Her kurdek ji vê dozê û serxistina wê berpirsyare. Wê demê her ferdeke kurd li ku dibe bila bibe pêwîste bi vê têgînê tevbigere. Bi sekneke wisa weke kurd em dikarin behsa rûmet û hebûna xwe bikin. Careke din berxwedana Jin û ciwanên vê axa pîroz silav dikim. Bawerim ku tû car yê zalim û Yezîdê demê li hemberê vê berxwedan û sekna pakrewanên vê axa pîroz ser nekeven û di xwîna ku dirijîne û nifreta ku dijîn de bifetisin."
(zt)