Bîra Hacî Belqîs bi destê xwe kolayî çavkaniya jiyana wê ye

09:14

Şengar Bradost/JINHA

HELEPÇE - Hecî Belqîs di demên herî teng de bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî kiriye. Ji bo peyîdakirina avê Belqîs bi destê xwe bîrek avê ya 40 metre kolaye, ji wê demê heya niha ew bîra avê bûye çavkaniya jiyana wê.

Di dîroka Kurdistanê de gelek jinên destkêr û jîr derketine lê mixabin serketinên wan nehatine nivîsandin. Pirin ev jinên ku bi keda destên xwe jiyan avakirine. Hacî Belqîs yek ji van jinên ku tekoşînek pir mezin li hember zehmetiyên jiyanê daye û di dema xizaniyê de bi destên xwe bîrek avê ya 40 metre kolaye. Belqîs Weys Murad ku bi Hacî Belqîs tê nasîn a 90 salî li gundê Kilaşîbaxan ê bajarê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Li gel malbata xwe koçberî Başur dibin. Belqîs a dayîka 6 zarokan di sala 1973'an de hevjînê wê jiyana xwe jidest dide. Dema hevjînê wê diçe ser dilovaniya xwe rewşa wan ya abûrî zêde xirabe. Ji ber ku av nîne vexin, Belqîs bi destê xwe bîra avê dikole.

Hecî Belqîs wiha qala wê demê dike: "Zarokên min biçûk bûn, av, nan nebû ez wan têr bikim. Her roj diçûm ji derve heya pariyek nan bo zarokên xwe peyde bikim. Ji ber av tûne bû li Helebce kanî hebû têra herkesî ne dikir. Ji bo wê jî min biriyar da bi destan bîrek avê bikolim. Tenê kurê min yê wê demê 10 salî bû alîkariya min dikir. Heya ez negihiştim avê min dest ji kolana bîrê berneda."

Belqîs bilêv kir ku ji wê demê heya niha her car bîr hilweşiya be ew bi xwe çûye nava bîrê û paqij kiriye. Belqîs destnîşan kir ku niha bîr 40 metroye û hemî jî wê bi destên xwe kolaye û wiha dom kir: "Tenê ez bi xwe dikare biçe nava bîrê. Heya niha jî ava wê bîrê vedixwim, tama ava wê bîrê cûdaye û tim cemidiye."

(zt)