Derewên mediyaya alîgir: Çima cenazeyên İsa û Mesut parçe kirine?

09:39

JINHA

AMED - Hîna 4 cenazeyên di nava dorpêça Surê de tên girtin nedane malbatên wan. Ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe dayîk di gireva birçîbûnê û çalakiya nobetê denin. Mediyaya alîgir jî heta li hember nûçeyên definkirina cenazeyan jî bertek nîşan dan û pirsên weke "Cenazeyê Îsa û Mesut parçabûne" kirin.

Li navçeya Sura Amedê dorpêç û êrîş di roja 59'an de berdewam dike. Hîna cenazeyên Rozerin Çukur, Ramazan Ogut, Turgut Girçek û Gunduz Akmeşe nedane malbatên wan. Du cenazeyên piştî 28 rojan nû teslîmî malbatên wan kirin jî cenazeyên Îsa Oran û Mesut Seviktek bûn. Malbatên Îsa û Mesut ji bo girtina cenazeyan di nava gelek hewildanan debûn, lê ji ber ku encamek negirtin 18 rojan di gireva birçîbûnê de man. Dema ku cenazeyê Îsa û Mesut girtin, anîbûn rewşa nedihatin nasîn, bedenên wan parçe kiribûn. Bi rojan îskenceya li cenaze kirin medyayê nedît. Herî dawî di 24'ê kanunê de cenaze ji aliyê melayekê ve bi wacîbeyên olî hatin definkirin, girêdayî wê nûçe derketin.

'Bi rojan cenazeyan li erdê dihêlin'

Meta Ramazan Ogut Zerya Baran destnîşan kir ku li cihê bi wacîbeyên olî cenazeyan defin bikin, îskence lê dikin û wiha domand: "Bi rojane cenazeyên me li kolananin. Ji xwe dewlet îftira di avêje her tiştî. Tenê cenazeyên me mabûn, zimanê xwe lê dirêj nekirî ew jî kirin. Ramazan şehîd ket, hîna cenazê wî li erdê ye. Çar caran ser cenazeyê Ramazan berf ket. Sibê mehek temam dibe lê hîna cenaze li erdêne. Ji Erdogan û dewletê ti daxwazên me nîne. Tenê daxwaza me girtina cenazeyane. Ti pêdiviya me bi wacîbeyên oliyên kesê nîne. Ji xwe mirovan di mizgeftan de jî dikujin. Bi mehan cenazeyan li erdê dihêlin, ser de jî radibin qala ol dikin. Sedema hemû qirkirin û rondikên çavan Erdogane. Îsa û Mesut li erdê parça kirin. Malbatan cenaze teşhîs nekirin. Ji wacîbeyên dînî zêdetir cenazeyên me parçekirin."

'Bi cenazeyan lîstokan dikin'

Zerya bilêv kir ku ser cenazeyan lîstokan dikin û wiha berdewam kir: "Gotin ku emê cenaze bidin, em li gel malbatan û parlementerên xwe çun nava Surê li bendê man. Lê lîstok kirin. Cenazeyên xwe yên bi rojan nedikarîn bigirin bi saya me girtin û cardin em vegerandin. Ger cenazeyên divê bi wacîbeyên olî bên defin kirin hene û di mirgeftan de tên girtin çima wê demê weke lîstok bi ser me kirin, em birin û bi saya me cenazeyên xwe girtin."

'Mizgeftek mela têde bang bide jî nehêlane'

Dayîka Gunduz Akmeşe Fatam Akmeşe jî anî ziman ku mala wê li nêzî Mizgefta Kurşunluyê ye û wiha got: "Ev 3 mehe li wê mela bang nedaye. Mela wê derê terikandiye reviye. Cihê mela lê neyî çawan cenazeyan bi wacîbeyên olî defindikin. Ev bi giştî îftiraye. Bi rojane cenazê zarokên me li erdêne." Dayîka Turgay Girçek Makbule Girçek jî bilêv kir ku mizgeft bi giştî şewitiye, heya mizgeftek mela têde bang bide jî nehêlane.

(zt)