Dengê berxwedanvanên Cizîrê radighînin

10:20

JINHA

MÊRDÎN - Ji bo şikandina dorpêça Cizîrê girseyê ku bi pêşengiya dayîkan li Nisêbînê hatin ba hev, bang li berxwedanvanên Cizîrê kirin, "Çavreşê min berxwebide, dayîkên we dê bighêjin we kêm maye. Lêxin bila erd û esman biheje, dayîkên we li pişt weye."

Bi hezaran welatî ji bo pêşî li êrîşên qirkirinê yê ser dilê Botanê Cizîrê rakin li Taxa Girê Mîra yê navçeyê Nisêbîna Mêrdînê hatin ba hev. Çalakvanên ku xwestin duh bi meşek girseyî berê xwe bidin Cizîrê rastî êrîş û astengiyên hêzên dewletê hatin. Dayîkên ku pêşengiya meşa berxwedanê kirin bi avakirina barîqatan ser riyê Îpek Yolu yê û tilîliyên xwe bersiv dan êrîşan. Sadiye diyar kir ku kurê wê hîna li Cizîrê berxwedide ji polîs û leşkerên ku êrîş dikin re wiha got, "Hûn biçin bila Erdogan û Davutoglu werin vir. Ez bi tenê serê xwe ji wan re meydanê dixwînim."

'Şêrê min heye, lêxe bila erd û esman biheje, dayîka te li pişta teye'

Sadiye wiha domand, "Ma min cîgera xwe ji bo dewlet qetil bike mezin kir? Ez ji wan re meydanê dixwînim, bila qurbanê kurê min bin. Şêrê min heye, lêxe bila erd û esman biheje, dayîka te li pişta teye."

Tevî Sadiye, Nûran Seçkîn jî li ser riya Îpek Yolu yê li berxwedide û kurek wê jî di berxwedana Cizîrê de ye. Nurana ku bi kevirên giran bersiv dide TOMA'yê wiha bang li berxwedanvanên Cizîrê dike, "Çavreşê min berxwebide, tilîliyên dayîkê xwe bibihîse û berxwedanê bilind bike. Netirse dayîka te li pişta teye." Nuran qala têkoşîn û bewariya li hember berxwedanê kir û wiha berdewam kir, "Çavreşê min eger li vir ba, ew ê wiha bi cesaret tevnegeriyabana. Dê wan tevde bi erdê re kiriba yek. Lêxin gerîla, lêxin ciwanên me. Bila kurdên bê rûmet yên li pişt Erdogan zanibin îro em taştêne sibê ew ê bibin firavîn. Bila hişê xwe bigrin serê xwe."

'Şêrê min berxwebide dayîka te li pişta teye'

Di her komek yê berxwedanê de tilîliyên ku erd û esman dihejîne bilind dibe. Sirûda "Iro li meydanê şere, çep lêxin rast vegere, îro li meydanê şere" bilind dibe. Sakîne yê ku li ber barîqatan berxwedide wiha îsyana xwe anî ziman, "Xwedê van zaliman nabîne? Ew jî ji zaliman re çavê xwe digre qey?" Sakîne wiha dirêjî da gotina xwe, "Kevir xistin destê dayîkan jî êdî vê zilma ku tê kirin di kîjan astê de ye divê were dîtin. Em ê li hember vê zilmê bêdeng nemînin, dilê me dişewite." Yek ji dayîkên xwe berxwedide li Cizîrê dayîka Mehmet Yavuzer Hanim Yavuzere. Gotina Hanim yê "Şêrê min berxwebide, dayîka te dê bigihêje te" mirovan hestiyar dike."

'Sê zarokên min li Cizîrê berxwedidin'

Şêxmûs ji riyê ku hatî asteng kirin derket û di nava zeviyan de meşa xwe domand û li berxweda û diyar kir ku 3'ê zarokê xwe tevî berxwedana Cizîrê bûne. Şêxmûs wiha got, "Niha sê zarokên min li Taxa Cûdi berxwedidin. Kurê min birîndar di beşa lezgîn yê Êlihê de tê ragirtin. Ew ê înfaz kiribana, bi riyek me da revandin. Ev rewş heya kengî dê wiha bidome. Çima ewqas zilm? Ma qey evder ne axên meye." Ji nav berxwedanvanan zarok3e 11 salî balê me dikêşe. Murat diyar kir ku bi despêkirina qedexere malbat wî derxistî dervî navçê û wiha got, "Êdî bese, çi dibe bila bibe ez ê biçim Cizîrê. Ez ji wan natirsim, bila bikûjin jî."

(rc)