Şervanên jinên Êzidî: Dê jinên Bakur bi YPS-JIN azad bibin
10:22
Ozgul Kaya-Burcu Arıç/JINHA
ŞENGAL - Şervanên YPJ-Şengal, YPS-JIN a li Bakurê Kurdistanê hemberî êrîşan hatî avakirin silav kir.
Piştî êrîş û qirkirinên çeteyên DAIŞ'ê ser Şengalê êdî gelê wê parastina xwe ya cewherî bi hêzên YBŞ û YPJ-Şengalê girtin. Bi vê re her diçe hêzên YPJ-Şengal bihêz dibe. Hêzên YPJ- Şengal piştevaniya hêzên YPS û YPS-JIN ên li hember êrîşan avabûyî kirin. Ji şervanên YPJ-Şengal Berxwedan Tolhildan got, "Çawa xwestin gelê Şengal û Rojava di komkujiyan re derbasbikin, niha bi heman şêweyî êrîşî Bakurê Kurdistanê dikin. Lê gel li ber xwe da, niha bi heman şêweyî li Bakur jî berxwedanê mezin dikin, hêzên xwe yên parastina sivîlan avadikin. Her demê dixwazin jinan mêtînger bikin. Çawan hêzên weke YJA-Star, YPJ û YPJ-Şengal bi awayê leşkerî hatin avakirin li Bakur jî YPS-JIN ji bo parastina jinan hat avakirin. Em bang li gelê xwe dikin; çawa jinan di nava refên YPJ û YPJ-Şengal de cihê xwe girtin bi heman şêweyî di nava refên YPS-Jin de jî cihê xwe bigirin û xwe birêxistin bikin."
'Jin li hember êrîşan di parastina cewherî denin'
Şervanek din a YPS-Şengal Evindar Şengal jî destnîşan kir ku hêza YPS-JIN li Bakurê Kurdistanê hember êrîşên ser gel tên kirin hatiye avakirin û wiha domand: "Jin bi hêza parastinê dikevin nava berxwedanê. Ev jî hêza jinên nîşan dide. Li Şengalê hember çeteyan û êrîşên ji derve me jinên Êzidî YPJ-Şengal avakir. Em jî li hember çeteyan tekoşînê didin. Niha li hember êrîşên ser Bakurê Kurdistanê jî YPS-JIN hatiye avakirin. Her demê xwestin jinan tine bikin. Hemû polîtîkayên xirab ser jinan didin meşandin. Di komkujiya Şengalê de jî gelek jin hedef girtin, qetilkirin û revandin. Xwestin heman tiştî li Bakurê Kurdistanê jî bikin. Ji bo wê jî divê gelê Bakurê Kurdistanê jî tekoşînê mezin bikin û tevlî nava refên YPS-JIN bibin."
'AKP di ferqa windakirina xwe dene'
Fermandara YPJ-Şengal Viyan Şengal jî divê her kes li berxwedana Bakurê Kurdistanê xwedî derkevin û wiha berdewam kir: Niha li Bakurê Kurdistanê berxwedanek mezin tê dayîn. Gelê me li hember êrîşan berxwedan mezin kirin, di nava refên YPS û YPS-JIN de cîh girtin. Li Bakurê Kurdistanê gelê me ji 7 heya 70'ê salî di berxwedanê denin. Ev jî vîna gel a mezin nîşan dide. Piştî avabûna YPS - YPS-JIN AKP'ê dît xwe li hember berxwedana gel nikare bigire. Avabûna YPS-JIN ji bo vîna jinan gelek giringe. Her dem jin hatin qetilkirin, hetin perçiqandin û hedef hatin nîşandan. Piştî avabûna YPS-JIN hêvîdarim ku êdî li Bakurê Kurdistanê jin neyên qetilkirin. Dema ku mirov berxwedana Bakurê Kurdistanê dibîne û dibihîse gelek şanaz dibe. Dema ku mirov dibihîse dixwaze biçe Bakur beşdarî wê berxwedanê bibe. Divê hembû gelê Bakur beşdarî nava refên YPS û YPS-JIN bibin."
Dê Bakur bi YPS-Jin azad bibe
Ji şervanên YPJ-Şengal Mizgîn Tolhildan jî berxedana gelê Bakurê Kurdistanê silav kir û got, "Niha li Bakurê Kurdistanê berxwedanek mezin heye. Dema ku DAIŞ-AKP li rojava windakir vê carê jî êrîşî gelê Bakur kirin. Her dem xwestin ser jinan komkujiyê bikin, lê jinan li hemberî wan serî hildan û berxwedan mezin kirin. Li Şengalê bi YPJ-Şengal û li Rojava jî bi YPJ'ê jinan li ber xwe dan. Bila hemû cîhan bizane emê her demê piştevaniya YPS-JIN bikin. Her çendî em niha ne li gel wan jî bin, di wê baweriyê denin ku dê YPS-JIN biserkeve. Çawan ku jinên Bakur bi vîna xwe YPS-JIN avakirin dê bi heman şêweyî bi ser jî kevin. Çawan YPJ-Şengal Şengal azad kir, YPJ Rojava azad kir, dê bi heman şêweyî YPS-JIN jî Bakur azad bike. Emê her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek barçe."
(zt)