Avahiya birîndar têde ne bi tank û topan heta sibê hat topbarankirin
10:41
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê 19 birîndarên ku rewşa hin ji wan giran e û ev 7 roj in di jêrzemîna avahiyekî de de bi şev heta sibehê hatin bombebarankirin, êrîşa li dijî avahiyê serê sibehê zêdetir bû. Birîndarên ku ev 2 roj in ji ber ku av tuneye, bi ava ku di bin depoyan de mane ve hewl didin sax bimînin tenê bi avê lêvên xwe şil dikin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 19 birîndarên di jêrzemîna avahiyekî li taxa Cûdiyê de ev 7 roj in di bin topebaranê de ne. Ji ber astengiya hêzên dewletê heta niha 6 birîndaran jiyana xwe ji dest dan, rewşa birîndarên din jî her diçe girantir dibe.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariliydiz jî peyama ku birîndaran jê re şandine pavre kir û got ku birîndarên ku nikarin tiştên avî bigirin bi ava ku di depoyan de mane ve lêvên xwe tenê şil dikin. Sariyildiz ev agahî parve kir: "Heval, hevalê destekî wî saxlem e; ava ku ev du meh in di depoyê de ye ya lîtreyekî civata vekir û derxist. Bi vî avê ve hemû kesan lêvên xwe şil kirin. Hemû kes dinalin nikarin biaxivin."
Ambulansa Şaredariya Cizîrê ku duh hewl da du caran xwe bigihîne birîndaran ji aliyê hêzên dewletê ve hate astengkirin. Xebatkarên tenduristiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê piştî demeke jî hatin berdan. Avahiya ku birîndar têde ne bi tank û topan ve heta sibehê hate topebarankirin, serê sibehê jî berdewam kirin. Wesayîtên zirxî yên ku nêzî avahiyê bi cih bûne jî dem bi dem bi çekên giran ve avahiyê gulebaran dikin.
Ji ber topebaranê carna bi telefonê gihandina telefonên birîndaran dibe, herî dawî Endamê PM a DBP'ê Mehmet Yavuzer, beşdarî televîzyona MedNûçeyê bû û agahiya "Dewlet li pey qatlîamê ye. Em di bin topebaranê de ne. Ambulansê dê neşînin. Bila gelê kurd bên, zarokên xwe werbigirin" dabû.
(rc)