Konferansa Yekitiya Star bi nirxandin û biryarên girîng bi dawî bû
11:36
JINHA
QAMIŞLO - Li bajarê Dirbêsiye Konferansa Rexistina Yekitiya Star di 27'ê Çile de bi diruşme ya ‘Bi Jina Azad Ber Bi Sûryeke Demokratîk Ve' hatî destpêkirin bi dirûşma 'Azadiya Rêber APO Azadiya jinê e' konferans heman rojê bi dawî bû.
Konferansê de ji hemu saziyên Kantona Cizîre bi coşek mezin tevlîbûn. Piştî nîqaşên rexistinî rêvebirya nû hat hilbijartin. Jinan balkişandin ser girîngiya rexistina jinan û gotin heta em xwe rêxistin nekin em ê nikarbin azad bibin û Rêberê xwe azad bikin. Her wiha jinan bal kişandin ser yekbûyîna hemu pêkhateyên Rojava û gotin yekbûyîna me hêza me ya demokratîk e.
'Jin peşengên demokrasiyêne'
Ji Rêvebira Yekîtiya Star Muna Yûsif Seminun di derbare konferanse de wiha got, "Ev konferanas ji bo tevahî jinan carekedin wê bibe bingehek xurt û ji bo yekbûyîna gelan û rêxistina demokratîk a jinan." Muna yê ku ji pêkhateya Erebe qala rola jinan a rêxistin û demokratîkbûna civake de kir û wiha domand, "Em ê bi rêxistina jinan hemêza xwe ji hemû gelan re vekin. Jin pêşengê demokrasiyêne. Şoreşa ku dengê jine têde nînbe ew ne şoreşa civake ye."
'Ji bo civakek demokratîk, azad û aboriya komînal'
Her wiha ji Rêveberiya Komîta Xweser a Aborî Gûlistan Omer ji wiha axivi, "Ez destpêkê vê konferansê li Rêberê Rêbera Serok Apo Pîroz dikim. Ez keyfxweşim ku ji hemû pêkhateyên Rojava jin beşdarî konferansê bûne. Ev yek dewlemendiya gelan û hêza jinê dide diyar dike." Her wiha Gûlistan balkişand ser Abori û wiha dirêjî da gotina xwe, "Divê jin xwedî li keda xwe derkevin. Komînalkirina aboriyê heman demê de komînalbûyîna civakê ye. Ji bo civakek demokratîk û azad, ekonomiya komînal armanca me ye."
'Em ê bi felsefeya jinên berxwedêr plansaziyên xwe bi ser bixin'
Her wiha Mamoste Wehiba, Gûlistan Êli û Mekiye Hiso destnişan kirin kû wê rêxisitin û yekbûyîna wan ji Rojhilata navîn re bibe mînak û wiha gotin, "Êrîşên li ser gelê bakurê Kurdistan pêk tê ji destkeftinên me ne cudatire. Dîroka me ji mera wek ezmûnek girînge. Bi birdozî û felsefeya Rêber Apo û jinên têkoşer Sarayan, Arînan … wê têkoşîna me bilind bibe. Wê pergala desthilatdaran hilweşe û em ê civaka demokratik bi reng û dengê jinan avabikin. Ew nikarin bi êrîşê rêxistinê bikin. Em ê bi felsefeya çanda jinan a berxwedêr plansaziyên xwe bi ser bixin."
'Em ê xwedî li plansaziyên Konferansa xwe derkevin'
Dîsa jin bi navê Nûra Xeyir, Macîda Ehmet û Adalet Omer bal kişandin ser serkeftinên leşkerî û siyasî û gotin, "Em ê li himberê êrîşên dewletê bê deng nemînin. Em dizanin ku DAÎŞ zîhniyeta xwe ya êrîşê ji ku digire. Em wek rexistina jinên Rojava dibêjin ku em ê têkoşîna xwe bilind bikin ku plansaziyên pergala serdest sernekevin. Ji bo me rêxistina Yekîtiya Star û rexistina YPJ'ê pir girînge. Ji ber cara yekem jin di derbarê xwe de û civaka xwe de dibe xwedî vîn. Deng û rengê jinê dengê civaka azad e. Em wek pêhateyên tevlî konferansê bûyîn dibejin bakure Kurdistanê ne bi tenê ye û em ê xwedî li biryar û plansaziyên konferansa xwe derkevin."
Her wiha di encama konferansê de ev plansazî hatin çekirin.
* Rêxistina Yekitiya Star bi çalakiyê xurt we fikir û felsefa Rêber APO li her derî bike bingehê xebatên xwe.
* Yekîtiya Star wê Bakûrê Kurdistanê tenê nehelê. Plansaziya çelekiyan derxe.
* Dîsa wê ji bo azadiya Zeynep Celaliyan di nava çalakiyande be.
* Yekîtiya Star wê perwerdekirina hemû jinan bike hedef.
* Li hemberî koçberiyê xebatên cuda werin meşandin.
* Li her derî avakirina Komîn û meclîsan dike hedef.
* Dîsa bi pêkhateyên cudare xebat xurtkirin û têkiliyên dîplomasî xurtkirin dike biryar.
* Yekîtiya Star xalên wek Tenedûristî, aborî, perwerde, siyasî, civakî xebatên xwe xurt dike.
Bi dirûşma 'Jinên bakurê Kurdistanê ne bi tenê ne, em ê rexistina xwe bi hêz bikin têkoşîna xwe bilind bikin', konferansa bi girtina govendek berfireh bidawî bû. Her wiha rêverbirya nû hatin hilbijartin.
(gb-rs/rc)