Dê Viyan Soran li Silêmaniyê bê bîranîn

12:19

JINHA

SİLÊMANÎ - Fermandara YJA Star ê Leyla Walî Husên (Viyan Soran) di 10'emîn salvegera çalakiya xwe de tevî hevalên xwe dê li goristana bajarê Silêmaniyê bê bîr anîn.

Di 2'ê Sibata sala 2006'an de Viyan Soran li hember êrîşên ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd berdewam dikirin li Qada Heftenûnê agir berda bedena xwe. Viyan bi diruşmên "Hun nikarin roja me tarî bikin" û "Dem dema çalakiyê ye" bê mirin bû. Di derbarê bîranînê de Saziya Malbatê Şehîdên PKK'ê ya Başurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 2'ê Sibatê de dê Fermandara YJA Star ê Leyla Walî Husên (Viyan Soran) di 10'emîn salvegera çalakiya xwe de tevî hevalên xwe li Goristana Girê Seywan a nêzî Meydana Azadî ya bajarê Silêmaniyê bê bîr anîn.

(şb/zt)