Birîndarekê şûra xwe winda kiriye rewşa 4 birîndaran jî gelek girane
13:11
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê li dijî avahiya ku 19 birîndar têde ne û 7 roj in li benda ambulansê ne êrîş berdewam dike, ji birîndaran Ferhat Karaduman hate hinbûn ku şiûra xwe winda kiriye û 4 birîndarên din ên ku rewşa wan giran e jî bi mirinê re rû bi rû ne. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku piştî ku parlamenterên HDP'ê bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtinê pêk bînin dê careke din ambulans û ekîbên tenduristiyê bişînin avahiyê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 19 birîndarên ku li jêrzemîna avahiyekî de ev 7 roj in ji ber ku ranakin nexweşxaneyê û cenazeyên 6 welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan astnegkirina ambulansa Şaredariya Cizîrê berdewam dike û bombebarana li dijî avahiyê jî berdewam dike.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku ambulansa aydî Şaredariya Cizîrê û 3 xebatkarên tenduristiyê yên dildar ji bo ku biçin malê amade ne, piştî ku parlamenterên HDP'ê bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtinê pêk bînin dê careke din ambulans û ekîbên tenduristiyê bişînin avahiyê. Faysal da zanîn ku ligel ku avahî ji aliyê hêzên dewletê ve bi wesayîtên zrixî ve hate dorpêçkirin jî wekî ku pevçûn heye tê nîşandan û çûyîna ambulansê tê astengkirin, li dijî avahiyê bombebaran jî berdewam dike.
Faysal anî ziman ku di hevdîtan dawî ya bi birîndaran re kirine de hinbûne ku ji birîndaran Ferhat karaduman şiûra xwe winda kiriye û 4 birîndar jî bi mirinê re rû bi rû ne û wiha got: "4 birîndar dibe ku jiyana xwe ji dest bidin. Li herêmê tê gotin ku duh an jî îro leşkerekî jiyana xwe ji dest daye. Nayê zanîn ku wî leşkerî bi rastî jî li wirj iyana xwe ji dest daye yan na. Niha ji jêrzemîn peyam tê û dibêjin ku 'em ji percereya jêrzemînê lingê leşker dibînin, wesayîta zirxî li hemberî me ye' ji ew der di bin kontrola hêzên dewletê de ye. Seranserê rojê ewder hate bombebarankirin. Em dibêjin bila dayikên wan biçin, dildar biçin korîdora jiyanê vekin lê bi awayeke zanebûn bi mîzansenekî ev yek tê astengkirin. Memûrê wê derê bi awayeke aşkera gotina 'ez ewzîr nas nakim' bi kar aniye. Niha rewşa hundir ne baş e. Jibilî dengê nalîna birîndaran tiştek nayê."
(ekîb/zt)