Ji birîndaran peyama dawî: Ez dibêjim av heval av, av...
14:36
JINHA
ŞIRNEX - 19 birîndarên ku ev 7 roj in li Cizîrê di qata bodrumê ya avahiyekê de ne, sê roj in bêav in. Rewşa 5 birîndaran giran e û dibe birîndar ji bêaviyê jiyana xwe ji dest bidin. Peyama ji Endamê MP'ya DBP'ê Mehmet Yavuzer hatiye wisa ye: "Ez êdî naxwazim qêrînên avê bibîhîsim. Ez dibêjim av heval av. Av heval, av, av..."
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, 19 birîndar û cenazeyên 6 welatiyan ev 7 roj in li benda ambulansê ne û ambulans û komên tenduristiyê yên Şaredariya Cizîrê hê jî ji aliyê hêzên dewletê ve têne astengkirin. Her wiha, hêzên dewletê yên destûr nadin birîndar ji nexweşxanê re werin rakirin, êrîşên li hemberî mala ku birîndar lê ne jî didomîne.
Yavuzer: Bila êdî tu kes li min negere
19 birîndar ku di nav de 5 birîndarên giran jî hene, ev 3 roj in bêav in. Herî dawî, lîtreyek avê ku mehan e di nav qazanê de mabû hatibû derxistin û bi pembûyê av li lêvên birîndaran xistibûn. Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzer ku bi xwe jî birîndar e, herî dawî ji Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz re ev peyam şand: "Ezê xwe bikujim. Ez êdî naxwazim qêrînên avê bibîhîsim. Bila êdî tu kes li min negere. Ez dibêjim av heval av. Av heval, av, av ..."
(zt)